Şervanên Odeya Çalakiyê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn

Li eniya sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, şervanên Odeya Çalakiyê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn.

Qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo paqijkirina derdora Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, bi operasyonên baskê sêyemîn dewam dike.

Şervanên baskê 3. duh li ser rêya Mekmenê ketin nava tevgerê û tevî şert û mercên giran ên hewayê jî her bi pêş ve diçin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li gundê Cûis ê li ser rêya Mekmen-Reqayê ye, di navbera şervanên Odeya Çalakiyê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime.

Di vî şerî de heta niha maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin. Şerê li herêmê herêmê dewam dikin.

Şervan ji duh ve bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûne.