BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê yê ji Awûstralyayê Johnston li ser gora xwe hat bîranîn

Şervanê YPG'ê yê ji Awûstralyayê Johnston ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bîranîn.

Li paytexta Awûstralya Canberrayê, şervanê YPG'ê Ashley Johnston (Serhat Bagok) li ser gora xwe hat bîranîn.

Berdevkên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, endamê KNK'ê Îsmet Taştan, dayik Amanda Johnston û Kurdistanî tevlî merasîmê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê komîteya amadekar Neslîhan Yardim daxuyaniyek da çapemeniyê. Piştre nûnerê KNK'ê Taştan axivî û got, "Serhat Bagok xwe ji bo siberoja azad a gelê Kurd feda kir. Em soz didin ku em ê layiqî mîrateya wî bin."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.