Serokê PES'ê: Em bi HDP'ê re ne

Serokê Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) Stanîshev destnîşan kir, ku li dijî êrîşên AKP/Qesrê ew bi HDP'ê re ne.

Rûniştina dozeke din a li dijî Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat vekirin, li 34. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Îstanbûl Kartal Anadolû hat dîtin. Hevserok Demîrtaş bi rêya sîstema deng û dîmen beşdarî rûniştinê bû. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, Parlamentera Stenbolê Huda Kaya û Parlamenterê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman tevî nûnerên partiyên siyasî yên ji Ewropayê, doz şopandin.

'EV DADGEHEKE SIYASÎ YE'

Serokê Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) Sergeî Stanîshev jî doz şopand û piştre daxuyaniyek da.

Stanîshev got, "Li ser navê sosyal demokratên Ewropî, weke Partiya Sosyalîst a Ewropayê em li vir in. Em li vir ji bo piştgiriyê bidin Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş. Em sosyalîstên Ewropî vê dadgehê weke dadgeheke siyasî dibînin. Ji ber ku Hevserokan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tiştekî şaş nekirin. Tenê hilbijêrên xwe temsîl kirin û siyaset kirin. Cihê xemgîniyê ku ev dadgeh bi sûcdariyên pêkenok hatiye vekirin.

Weke sosyalîst û sosyal demokratên li Ewropayê, em vê pêvajoya dadgehê dişopînin. Jİ ber ku em dostên rasteqîn ê Tirkiyeyê ne. Em dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk."

Stanîshev destnîşan kir, ku ew weke tevgera sosyal demokratan a Ewropayê bi HDP'ê re ne.