Serokê AKP’yî ji ber îstîsmara zayendî hate binçavkirin

Serokê Baskê Ciwanan a Navçeya Qulpê yê AKP’’ê bi sûcdarkirina ku zarokeke biçûk ji hêla zayendî ve istîsmar kiriye kirin bin çavan.

Li navçeya Qulpê ya Amedê li ser gilhê F. ku di navbera 13’ê Hezîrana 2014’an û 21’ê Adara 2015’an de rastî îstîsmra zayendî ya sîstematîk hatiye doza ku 10 jê girtî  86 kes têne darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran ê 2. a Amedê dest pê kir. Di nav çarçoweya dozê de îro sibehê li Qulpê 10 kes hatin binçavkirin ku di nav wan de Serokê Baskê Ciwanan a Nançeya Qulpê Mehmet Kara jî heye.

Di îdîanemyê de tê gotin F. ji hêla gelek kesan ve ji hêla zayendî ve hatiye istîsmarkirin.