GOTAR

Şerê Mûsilê û bêçaretiya AKP'ê -Selahattîn Erdem

Vaye kendal û bêçaretiya AKP’ê û hemû hewldanên wê yên ber bi tinebûnê ve diçin jî ji vir peyda dibin. AKP a ku bi dirûşma guherînê derket ser rê, îro li dû restorekirina pergala dewleta netewe-faşîst a li Rojhilata Navîn e ku êdî têk çûye.

Şerê Mûsilê ku ji mêj ve amadekariya wê dihate kirin, nihayet dest pê kir. Her çiqas wek "operasyon" nav lê kiribin jî, di rastiyê de yên li Mûsilê diqewimin, qonaxeke din a berfireh ji Şerê Sisêyan ê Cîhanê ye. Di şerê niha de, Amerîka û Fransa ji hewa ve, ji bejahiyê ve jî, artêşa Iraqê û pêşmergeyên KDP’ê beşdar dibin. Bi hêzên mîlîs yên hatîn amadekirin ve, dewletên Tirk û Îran û PKK jî bi hêzên nêzîkî xwe ve dixwazin beşdar bibin. Lê niha beşdarbûna hêzên navborî ne pêkan e. 

Nêrîna giştî ev e ku wê şerê Mûsilê zêde dirêj nebe û wê Mûsil ji DAIŞ’ê bê rizgarkirin. Her çiqas baweriya hatî belavkirin wisa jî be, berxwedana DAIŞ’ê û êrîşa dawî ya li ser Kerkûkê didin nîşan ku ev pirsgirêk hinde hêsanî çareser nabe. Her wiha bi şerê Mûsilê re, dibe ku şerê li Rojhelata Navîn bêtir tevlihev bibe û di encamê de bi gelek hêzên siyasî jî bide wendakirin.

Di şerê Mûsilê de yek ji hêzên ku îhtimala wendakirina wê zêde ye jî rêveberiya AKP ê ye. Bêguman li wir şerekî pir cidî heye û îhtimala wendakirina her hêzê bi şer re têkildar û ya serkeftinê jî heye. Wek nimûne; serokwezîrê Iraqê El Abadî ku aliyekî herî girîng yê şer e jî, dikare wenda bike. Herwisa ketina Mûsilê herî zêde bi rêveberiya Iraqê dabû wendakirin û serokwezîrê wê demê Maliki ji ber wê sedemê ji desthilatê ketibû.

Bêguman yek ji hêzên ku di şerê li Mûsilê de îhtimala wendakirina wan heye jî Kurd in. Her wisa di encama Şerê Yekê Yê Cîhanê û têkoşîna li ser bajarê Mûsilê de yên wendakirîn jî, Kurd bûn. Di encama bazariyên di navbera Brîtanya û Tirkiyeyê de Mûsil ji Brîtanya re hat hiştin û beramberê wê jî komkujiya Kurdan hat qebûlkirin. Ji ber nebûna zanyariyeke ku mûdaxeleyê wê rewşê bike û wisa jî nebûna rêxistinî û ya yekîtiya Kurdan bû sedem ku nekarîn encamê biguherînin. Vê gavê her çiqas li gorî berê zanabûn û hişyariya Kurdan di asteke girîng de pêkhatibe jî, neyekbûna wan, niha jî xetereke wisa tîne rojevê.

Di şerê Mûsilê de yê ku li dijî DAIŞ’ê hatiye destpêkirin, bi qasî babeta ku wê kî wenda bike, ew qas jî babeta di desteserkirina Mûsilê ya ji aliyê DAIŞ’ê de kê alîkarî kir jî girîng e. Dibe ku beriya du salan hêzên ku DAIŞ ji bo êrîşa li ser Mûsilê amade dikirin, niha jî ji bo rizgarkirina Mûsilê di nav şer de cih digirin. Yek ji wan hêzan jî mirov dikare AKP ê destnîşan bike.

Her wiha bi vî awayî ti nerehetiya AKP’ê nîne ku Mûsil di destê DAIŞ ê de be. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku dixwaze rewşa niha berdewam jî bike. Tirs û nerehetiya AKP ê ev e ku rewşa niha biguhere û ev jî di berjewendiyên Kurdan de teşe bigire. Lewre pergala înkar û îmhakirina Kurd bi berdêla ku li Mûsilê bandora Kurdan tunebe derxistiye holê. Stratejiya dewleta Tirk a li ser dijminahiya Kurdan jî bi vî awayî hatiye himatê.

Ji xwe Tayîp Erdogan û rêveberên AKP’ê jî êdî vê rastiyê naveşêrin û bi awayekî eşkere dibêjin. Her wiha Erdogan bi devê xwe got ku wê destûra pêşketina PKK’ê ya li derdora Mûsilê nedin. Mebest ji bikaranîna navê PKK’ê îradeya Kurd e. Di vê çarçoveyê de rêveberiya AKP’ê li pêş tevlibûna hêzên PKK’ê ya şerê Mûsilê bûye asteng û di çarçoveya têkiliyên xwe de hêzên PDK’ê girtiye bin baskên xwe. Eger emcam bi vî awayî be, wê ti bandora Kurdan a di ji nû ve avakirina Mûsilê de tunebe.

Sedema israra ku rêveberiya Erdogan dixwaze li Başîka leşker bihêle jî ev e. Helbet wek sedemê duduyan jî, dixwaze li dijî desthilata şiîyan desthilata sineyan biparêze. Lê ya bingehîn dixwaze bandora Kurdan asteng bike. Ev jî diyar dike ku rêveberiya AKP’ê di nav hewldana parastina statûkoya berê de ye û naxwaze piştî şerê Mûsilê jî li Rojhelata Navîn ti guherînên bingehîn pêkwerin. 

Vaye kendal û bêçaretiya AKP’ê û hemû hewldanên wê yên ber bi tinebûnê ve diçin jî ji vir peyda dibin. AKP  ya ku bi dirûşma guherînê derket ser rê, îro li dû restorekirina pergala dewleta netewe-faşîst a li Rojhelata Navîn e ku êdî têk çûye , ev jî rûyê rastîn yê Tayîp Erdogan derdixîne holê. Diyar e ku bingeha vê jî ji mîlîyetperweriya Tirk a nijadperest û faşîst a dijminê Kurdan e. Her wisa Erdogan hewl dide ku li ser xeta mîlîyetperweriya oldar û faşîst dewleta Tirk ji nû ve sazkar bike.

Îro tekane feraset û pîvana ku rê nîşanê rêveberiya Tayîp Erdogan dide dijberî û dijminahiya li Kurdan e. Wisa ye ku di bin her biryar û çalakiya leşkerî de dijberiya Kurdan heye. Gava tiştekê dike jî her lê dinêre bê ka dijitiya Kurdan tê de heye yan na? Çarçoveya polîtîkaya wê ya hundir û derve jî li ser dijberiya Kurdan e. Li dijî her tiştî ye ku xizmeta hebûna Kurdan dike. 

Li her derê ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdan bê astengkirin û çewisandin êrîş dike. Rêveberiya Rewşa Awerte ya di 20 ê Tîrmehê de îlan kirî jî bi tevahî ji bo çewisandina Bizava Azadiya Kurd bikar tîne. Li hemberê gerîlayên Kurd şer gihandiye lûtkeya herî bilind. Her roj dibe sedemê mirina bi dehan leşker û polîsan û vana jî ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêre. Rakirina mafên destlênedayînê ya parlamenteran, dagirkirina şaredariyên DBP’yî, qedexekirina çapemeniya azad tev de ji bo vê armancê hatîn kirin. Wisa diyar e ku wê  zivistana li pêş me  jî êrîşên xwe yên faşîzan her zêdetir bikin. 

Rêveberiya AKP’ê wek li hundir, li derve jî êrîşê Kurdan dike. Li pişt êrîşên çeteyên faşîst yên li ser Kurdan jî Tayîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê hene. Kêliya ku wenda kir jî, bi awayekî rasterast Cerablus dagir kir û ket axa Sûriyeyê. Niha jî bi balafiran Kurdên Efrînê bombe dike, bi pêkanîna komkujiyan re jî hewla şerî dide. Wisa jî dixwaze destkeftên Kurdan yên li Sûriyeyê jî têkbide.

Daxwaza ku rêveberiya AKP’ê hewldide li Başîka leşker bi cih bike û beşdarê şerê Mûsilê bibe jî ev e. Rêveberiya AKP’ê li her derê bi tenê polîtîkaya li ser bingeha komkujiya Kurdan bi rê ve dibe. Ev jî ber bi polîtîkaya piştî şerê yekê yê cîhanê ya parastina dewletên netewe yên faşîst dibe. Dewleta Tirk a ku CHP ê wek laîk mîlîyetperwer saz kir, AKP jî dixwaze li ser xeta oldar-milîyetperwer ji nû ve sazkar bike. 

Lê di rastiyê de, li Rojhelata Navîn pergala netewe dewletê ya faşîst perçe bûye. Dewletên dîktator yên faşîst li dû hev pelişîne. Têkçûna dewleta netewe ya Tirk a not û sê salî jî di encama hewldana cûntaya leşkerî ya 15 ê Tîrmehê de rûxiyaye û ev ji aliyê AKP’ê û her kesî ve hatiye îfadekirin. Niha faşîzma AKP’ê hewl dide ku pergala li Rojhelta Navîn têkçûye ji nû ve restore bike û biparêze. Vaye rastiya ku rêveberiya AKP’ê bêçare dihêle jî ev e. Şerê Mûsilê jî wê bêçaretiya wê bêhtir kûr bike û rê li ber belavbûna AKP’ê veke. Hêza ku di encama şerê Mûsilê de têkbiçe, wê dîktatoriya komkujer û faşîst a AKP’ê be.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA