Serdana li Nobeta Edaletê: Em berxwedana dayikan silav dikin

Kesên ku çûn serdana Nobeta Edaletê ya li Baroya Amedê diyar kirin ku ew berxwedana dayikan silav dikin.

Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan li Baroya Amedê di roja 16’emîn de berdewam dike. Serokê Sendikaya Kedkarên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) Şaxa Hejmara 1’an a Amedê Kamuran Taş û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa piştgirî dan nobeda malbatan. 

 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban diyar kirin ew dixwazin dawî li vê zilmê were û lewma ew piştgiriya berxwedana malbatan dikin. 

 Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî anî ziman ku ew piştgiriyê dide lêgerîna edaletê.

  Xwişka girtiyê nexweş Abdulsamet Guler, Încî Guler anî ziman ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane demildest werin berdan. 

 Serokê Şaxa Genel-Îşê Kamûran Taş da zanîn ku neqiqûqiya ku li girtîgehan diqewime ew wek şerma mirovahiyê dibînin. 

 Bavê girtiyê nexweş Civan Botlan, Hakki Boltan jî destnîşan kir ku divê her kes hêz û piştgiriyê bide nobeda malbatên girtiyan.