Sendîkayên Fransayê. Eutelsat bûye cîgirê rejîma AKP'ê

Sendîkayên rojnamevanên Fransayê SNJ, SNJ-CGT û CFDT-Joûrnalîste û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî FÎJ/FEJ'ê daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin û sekinandina weşanên Med Nûçe û Newroz TV şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lazim e hikûmeta Fransayê ji bo azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê biparêze bikeve nava tevgeran."

Sendîkayan gotin, "Li ser daxwaza RTUK'ê, weşanên Med Nûçe, Newroz TV û gelek qenalên din ên Kurd û mûxalîf, bi rengekî sosret ji aliyê koma Fransayê Eutelsatê ve hat sekinandin. Em vê rewşê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Zarok TV jî di nav de 23 qenalên televîzyon û radyoyê li Tirkiyeyê ji aliyê RTUK'ê ve hatine girtin.

Sendîkayên Fransayê, ku endamê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî ne gotin, "Eutelsatê bi rengekî vekirî xwe kir cîgirê rejîma AKP'ê, ku di çarçoveya fermana desthilatdariya AKP'ê de tevdigere."

Sendîkayan dan zanîn, ku di rewşa heyî de zêdeyî 130 saziyên medyayê li Tirkiyeyê ji holê hatine rakirin û wiha dewam kirin: "Van êrîşên girtin û binçavkirinê, bi qasî 100 rojnamevanên Kurd û Tirk xistin girtîgehan û bi vî rengî ev welat ji bo rojnamevanan veguherî girtîgeha herî mezin a cîhanê. 3 hezar hempîşe ji kar hatin avêtin, bi sedan ji ber zext û tasfiyeyên girseyî neçar man Tirkiyeyê biterikînin. Sendîkayên Fransayê bang li rêveberiya Eutelsatê dike ku nebe hevkarê polîtîkaya zextê ya Enqereyê, ku li dijî azadiya agahîstandinê û pirengiyê tê meşandin."

Di daxuyaniyê de ji hikûmeta Fransayê jî hat xwestin, ji bo ji nû ve destpêkirina weşanên televîzyonên hatin girtin, giraniya xwe bide ser.

Sendîkayan rûniştina doza Med Nûçe ya 26'ê Cotmehê saet 11:30 a li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê bibîr xistin û destnîşan kirin, ku ew bi Med Nûçe re ne.

Sendîkayan her wiha ji bo kampanya Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî û baskê wê yê Ewropayê FEJ a ji bo destekkirina rojnamevanên li Tirkiyeyê, banga tevlîbûnê kirin. Ev kampanya bi Sendîkaya Rojnamevanên Tirkyeyê, Civata Rojnamevanên Tirkiykeyê û Komeleya Rojnamevanên Pêşverû ve tê meşandin.

Agahiyên zêdetir ên li ser kampanyayê ji vê navnîşanê dikarin bên peydakirin:
http://www.ifj.org/en/campaigns/solidarity-campaign-with-turkish-journalists-how-to-help/