Şehîdên Kobanê li Aachenê hatin bîranîn

Şehîdên Rojavayê Kurdistanê Delîl Bagok û Xemgîn Kobanê, li bajarê Aachen ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate organîzkirin û malbat jî tevlî bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka Komîteya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman axivî.

Kahraman destnîşan kir, ku Şoreşa Rojava gelek destketiyên mezin aifrandiye û wê bi xwe jî ev pêşketin dîtiye, jiya ye.

Li ser navê PYD'ê jî Halît Rojava peyivî û anî ziman, lehengiya li Rojava afirî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê girîng e.

Xizmê Şehîd Xemgîn Mahmût Kobanê jî got, "Mirov li ser şehîdan çi bêjin, kêm e. Wan berdêla herî giran dan, wan canê xwe dan. Xemgîn şehîd bû, lê êdî malbateke wî ji me berfirehtir heye. Ew niha ewladê tevahiya Kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurdistanê sax be."

Pismamê Delîl Kobanê Reşad jî diyar kir, gelê Kobanê li şûna girtina şîna şehîdên xwe êdî ji bo bicihanîna daxwaz û hesreta şehîdan tevdigere û destnîşan kir, ev têkoşîna ji bo azadiyê wê bê navber bidome.