Şehîdên Cotmehê li Wûppertalê hatin bîranîn

Şervanên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) û Saziya Malbatên Winda û Şehîdên Kurdistanê (KOMAW) ve hat organîzekirin. Çalakî saet di 14:00 de li salona Alte Feuerwacheyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û zêdeyî 200 Kurdistaniyên li Wûppertal û bajarên derdorê lê amade bûn.

Li dû nîşanadna sînevîzyonê Zîlan Serhed li vir axivî. Serhed da xuyakirin ku di Cotmehê de ji bo azadiya Kurdistanê bi sedan gerîlayan canê xwe feda kirine û têkoşîna wan nirxand.

Piştî axaftina serhed, malbat û xizmên şehîdan axivîn û diyar kirin, ew bi rêzdarî nêzî tercîha zarokên xwe dibin û ew ji bo Kurdistaneke azad şehîd bûne. Malbatan dan xuyakirin, ku zarokên wan ne tenê yên wan e, ew zarokên vî gelî ne û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kirin, ku têkoşîna şehîdan mezintir bikin.

Di merasîmê de komên muzîkê yên herêmî jî li ser şehîdan stran gotin. Merasîma bîranînê bi belavkirina aşûre, helaw û nanê xêrê, qediya.

...