BI DÎMEN

Şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava li Viyanayê hat bîranîn

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, şehîda destpêkê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Silava hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê nûnertiya PYD'ê ya Awûstûryayê ve hat organîzekirin û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê û cîhanê, sînevîzyonek li ser Şehîd Silava hat amadekirin, hat nîşandan. Piştre siyasetmedarê Kurd Cûma Tak axivî.

Tak bal kişand ser cih û rola jinên Kurd a di şoreşa Rojava de û destnîşan kir, ku jinên Kurd bi ruhekî bêhempa yê berxwedanê, welatê xwe diparêzin.

Tak da xuyakirin, şehîda destpêkê ya tabûra jinan Silava ji bo gelek jinên ciwan bûye ronahî û got, "Nisêbîn û Cizîr dewama vê şoreşê ye."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.