Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê hat bombekirin

Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê, bi topên hawanê hat bombekirin.

Li gorî agahiyên ku rayedarekî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê da RÎA Novostî, bi topên hawanê êrîş li hemberî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê hatiye kirin.

Rayedar diyar kir ku ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatiye, lê 2 topên hawanê li herêma Sefaretxaneya Bilind lê ye ketine û bi tenê zerara madî rû daye.

Hat ragihandin ku topên hawanê li cihekî nêzî xwepêşandana ji bo destekkirina xebatên Rûsyayê yên li Sûriyeyê dihat lidarxistin ketin û ji ber teqînê hin kes birîndar bûne.