Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Saziyên Kurd ên li Îzmîrê: Bila derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, NÇM, YAK-DER û ÎDAY-DER, fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan bilêv kirin û xwestin, derhal hevdîtin li Girava Îmraliyê bi Ocalan re bê kirin.

Piştî hewldana darbeyê, ji ber ku bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, fikarên li ser tenduristî û jiyana wî zêde dibin. HDP û saziyên Kurd ên li Îzmîrê, nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan û mijar ji ANF'ê re nirxandin.

'BI AGIR DILÎZIN'

Hevserokê HDP'ê yê îzmîrê Muhafiz Guleryuz da xuyakirin, ku rewşeke xetere ye piştî hewldana darbeyê ji Ocalan bi ti awayî agahî nayê girtin û destnîşan kir, ku AKP ji vî alî ve bi agir dilîze. Guleryuz hesasiyeta gelê Kurd a di vî warî de bibîr xist û got, "Zêdeyî saleke destûra hevdîtina bi Ocalan re nayê dayîn." Guleryuz destnîşan kir ku qonaxa heyî gelekî xetere ye, êdî sebra gelê Kurd nema ye û got, "Divê derhal hevdîtin were kirin. Civak dikare xwe li her tiştî ragire, lê ji bo vê rewşê sebra xwe nema ye."

BÎLÎCÎ: EM Ê TI JI MAFÊN XWE JI DEST BERNEDIN

Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Gulay Bîlîcî jî diyar kir, li vî welatî ti carî demokrasî serdest nebûye û ragihand, heta ku demokrasî neyê welêt, ti tişt wê sererast nebe. Bîlîcî got, "Bi pêvajoya darbeyê re demokrasiyek ji destê me nehat girtin. Ji xwe em ji bo welatekî demokratîk şer dikin. AKP hewl dide jinan ji nava jiyanê derxîne. Bi vê hewldana darbeyê re wê karibe hîn bi rehetî van polîtîkayên xwe bimeşîne û xeteriya li hemberî me jinan zêdetir bûye. Em ê ti ji mafên xwe yên bi dest xistine, ji dest bernedin."

'DIVÊ TECRÎD DERHAL BÊ RAKIRIN'

Serokê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Abdurrahman Kiliç got, "Îro ji bo Ocalan 10 mîlyon îmze hatin hevdan û daxwaza azadiya wî hat kirin. Pêncî mîlyon Kurd wî weke vîna xwe dibîne. Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên bindest girîng e. Lewma divê tecrîd derhal bê rakirin û nêzîkatiyeke rast li hemberî wî bê nîşandan. Piştî hewldana darbeyê, negirtina agahiyan ji wî, cihê fikaran e. Têkildarî jiyana wî em bi fikar in. Divê derhal heyete biçe Girava Îmraliyê û li wir hevdîtinê bike."

'MIROVAN BEDENA XWE ŞEWITANDIN Û EW PARASTIN'

Seroka Komeleya Mirovên Xizmên xwe Winda kirine (YAK-DER) Zarîfe Karasûngûr heman fikarên xwe bilêv kir û got, "Pêwîste heyetek derhal biçe Îmraliyê. Mirovan di dema komployê de bedena xwe şewitandin. Divê sebra gelekî bi vî rengî neyê ceribandin. Ji îro û pê ve divê derhal bi Ocalan re hevdîtin were kirin. Azadî û tenduristiya wî ji bo hemû gelên bindest girîng e. Têkildarî jiyana wî em bi fikar in û fikarên me roj bi roj zêde dibin."

'YA TÊ KIRIN ZILM E'

Serokê Komeleya Oldaran li Îzmîrê (ÎDAY-DER) Ferzende Denîz da xuyakirin, ku Kurd di mijara Ocalan de gelekî hesas in, raya giştî jî baş bi vê dizane û got, "Dewlet jî divê li gorî vê hesasiyetê nêz bibe. Qanûn jî di vî warî de me piştrast dikin. Pêkanîna mafekî garantîkirî, tiştekî însanî ye. Di ola Îslamê de berpirsyariya girtiyekî di stuyê rêveberan de ye. Divê nêzîkatiyek bi vî rengî bê nîşandan. Girîng e fikarên heyî ji holê were rakirin. Ji bo vê jî divê der hal tecrîd were rakirin û hevdîtin bê kirin."

...