Saziyên alîkariyê yên Swîsreyê wê 3 malan ji bo 3 malbatên Şirnexî çêbikin

Saziya alîkariya mirovî ya Swîsre a bi navê Konsept of Charîty (kofC), wê 3 malan ji bo sê malbatên Şirnexî çêbike ku malên wan di encama êrîşên dewleta Tirk de hatine hilweşandin.

Bi mebesta malan ji malbatên Şirnexê re çêbikin ku dewleta Tirk malên wan kavil kirin, di nav çarçweya xebatên Heyva Sor a Kurdistanê, xebatên ku li Ewropa têne kirin li Swîsre didomin.

Bi xebatên Heyva Sor a kurdistanê saziya navnetewî ya alîkariyê ya Swîsre ya bi navê Konsept of Charîty (kofC) fersend dît ku komkujiyên dewleta Tirk di serî de yên li Cizîrê, Şirnex û navçeyên wê bibîne, biryar da ku 3 malan ji bo 3 malbatên Şirnexê yên ku malên wan hatine kavilkirin çêbike.

Konsept of Charîty (kofC) ku bi vê alîkariyê re sînordar nema, di ser şûbeya xwe ya Swîsreyê re kampanyaya ji bo alîkariya gelê Şirnexê di rûpelên xwe yên fermî yên înternetê de par ve kir û ji bo alîkariya gelê Şirnexê û banga bihîstyariyê kir.