Sariyildiz ji Îtalyaniyên li Alessandrîa re rewşa li Kurdistanê vegot

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, li bajarê Îtalya Alessandrîayê beşdarî çalakiyek ji aliyê Komeleya ber bi Kurdistanê ve hat organîzekirin bû û rewşa li Kurdistanê vegot.

Di çalakiya li Şanoya Pavrûm de, gelek Îtalyanî û Kurd amade bûn. Sariyildiz di axaftina xwe ya li vir de li ser komkujiya li Cizîrê agahî da.

Sariyildiz bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û diyar kir, pêwendiya vê yekê bi rewşa şer a li Kurdistanê heye. Sariyildiz spasiya dostên Îtalyanî kir, ji ber ku destek da gelê Kobanê.

Piştî axaftina Sariyildiz, sînevîzyonek li ser komkujiyên li Cizîrê hat nîşandan.

...