Şaredariya AKP’ê ji bo ku cenaze neyê şuştin av qut kir!

Cenazeyê Kemal Kûrkût ê ku di Newroza Amedê de hate qetil kirin, li Meletiyê hate veşartin. Şaredariya AKP’ê ji bo ku cenaze neyê şuştin av qut kir!

Xwendekarê Zanîngeha Înonuyê Kemal Kûrkût ê ku dema dixwest beşdarî Newroza Amedê bibe, li ser Rêya Evrîm Alataş di nuqteya lêgerînê ya polîsan de, li gel ku nîvtazî bû bi gumana ku “bombe li ser wî heye” hate qetilkirin, li Meletiyê hate veşartin. Cenazeyê Kûrkût duh êvarê birin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, di destê sibehê de bi beşdariya malbata wî, parlementerê HDP’ê Behçet Yildirim û Alîcan Onlu, rêveberên HDP û DBP’ê ji aliyê sedan kesî hate wergirtin û birin morga li Goristana Alîbabayê.

JI ŞAREDARIYA AKP’Ê KIRYARIYA DERMIROVÎ

Dema ku li benda şuştina cenaze bûn ava morgê, ji aliyê peywirdarên Şaredariya Battalgaziyê ya AKP’ê hate qut kirin. Malbat li ser vê yekê têkilî bi rayedarên şaredariyê danîn û ji malbatê re hat gotin ku, wê destûrê nedin ku li Goristana Alîbabayê ya ku gor lê hatiye kolandin veşêrin û wê wesayîta cenaze û konê sersaxiyê jî nedin. Piştî nîqaşên li ber deriyê morgê, malbatê cenaze bi derfetên xwe şuşt.

EMNÎYETÊ ASTENGÎ DERXIST

Apê Kûrkût Yûsûf Kûrkût got, beriya ku em cenaze werbigirin me ji Şaredariya Battalgaziyê konê sersaxiyê û wesayîta cenaze amade kiribû. Kûrkût got, piştî ku me cenaze ji Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt em hatin morgê û Gerînendetiya Emnîyetê ya Meletiyê nehişt ku wesayîta cenaze were. Kûrkût wiha got: “Sê caran nehiştin ku wesayîta cenaze were. Me cihê gorê jî amade kiribû, lê qaşo qada ‘sît’ê ye, nedan. Me ji êvarî ji Şaredariya Battalgaziyê ji xwe re kon amade kiribû, lê kon jî nedan me. Me bi xwe kon amade kir. Ev tiştên hatin kirin ji ber hesabên siyasî hatin kirin. Me dikaribû em cenazeyê xwe li pişta xwe bikin û bînin. Ma em ji cihekî din hatin? Em jî ji vê derê ne.”

Piştre jî cenaze xistin mînîbuseke li ber morgê û anîn Goristana Topbaşê. Cenazeyê Kûrkût, bi hawar û nalîn hate veşartin.

ONLU: DEREWAN DIKIN!

Parlementerê HDP’ê Alîcan Onlu wiha got: “Kemal jî wekî her kesî dixwest cejnekê bijî. Lê ev tişt layîqî wî nedîtin.” Onlu diyar kir ku rayedar derewan dikin û got: “Qaşo çenteyê wî heye, ber bi girseyê ve meşiyaye û gotiye ‘ez ê biteqînim’. Ev qas rûreşî nabe. Hem bikuje û hem jî minafiqiyan bike. Ji Kerbelayê em bi vî tiştî dizanin lê dola Yezîdan jî didome. Çawa ku berxwedana Hz. Husên ya wekî ya Kemal didome, dola Yezîdan jî didome.”

Onlu nerazîbûn nîşanî şaredariyê da ku nehiştin cenaze were veşartin û wiha anî ziman: “Yezîd jî nehişt Hz. Husên were veşartin. Kesên ku rê li ber veşartinê girtin ji xwe re dibêjin em misilman in. Cih nedan kemal, wesayît nedan, av qut kirin. Ev misilmaniyeke çawa ye, ev wijdanekî çawa ye.”

YILDIRIM: EM Ê BIŞOPÎNIN

Parlementerê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî diyar kir ku, Kûrkût nehatiye hişyarkirin û nehiştine ew xwe bide nasandin û got: “Kesên ku dersa demokrasiyê didin Ewropayê, demokrasiyê wisa nîşanî me didin. Em ê vê bûyerê bişopînin. Kesên ku Kemal qetil kirin, divê cezayê xwe bibînin.”