Şandeya girêva birçîbûnê bi Sekreterê Giştî yê CPT’yê re hevdîtinek kir

Girêva birçîbûnê ya bê dorveger ku bi mebesta bi Ocalan re hevdîtin pêk werin û statûya Şengalê were nasîn, li Strasboûrgê dest pê kirî kete roja xwe ya 7. ye. Îro Şandeyek bi sekreterê CPT’yê, Jeroen Schokkenbroek hevdîtinek kir.

Girêva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ya bê dorveger ku bi mebesta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk werin û statûya Şengalê were nasîn, li Strasboûrgê dest pê kirî kete roja xwe ya 7. ye. ÎroŞandeyek bi sekreterê CPT’yê, Jeroen Schokkenbroek hevdîtinek kir. Schokkenbroek diyar kir ku ew Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin.

Grêva Birçîbûnê ya ku bi mebesta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û statûya Şengalê di nav qada navnetewî de werer nasîn, dest pê kiribû, di roja xwe ya 7. de berdewam dike. Îro şandeyeke ji Peşîmam Ekrem Denîz, Fîkret Îgrek, Sezaî Uçar pêk hatî, bi Sekreterê Giştî yê Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) Jeroen Schokkenbroek re hevdîtinek pêk anî.

Schokkenbroek diyar kir ez ji nêz ve rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişopînin.

Şandeyeê diyar kir ku mebesta grêva wan tendiristî, ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasîna statûya Şengalê ye.

Sekreterê CPT’yê diyar kir, ew weke sazî wê nikaribin dîrokeke teqez bidin di der barê ziyaretkirina Ocalan de lê belê wan raporek amade kirine, ku ji hêla 47 welatan ve hatiye îmzekirin. Schokkenbroek diyar kir ev rapor di nêz de wê bi encam bibe û ew ê jî hin daxwazan bikin.

Schokkenbroek diyar kir, ew ji nêz ve hesasiyeta li ser Ocalan a berê û niha piştî 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê dişopînin û got, ‘’ji ber rewşa sazîbûna xwe, weke li gelek welatê dî em dikin, li vir jî em ê bihistyar bin’’

Şandeya grêva birçîbûnê jî diyar kirin, pir bil ezginî divê ji Ocalan agahî were standin, piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyê gelek general hatine kuştin, hewl hatiye dayin ku serokkomar bikujin, peywirdarên li Imraliyê hatine girtin. Şandeyê got, heya ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.

...