Sancar: Eger hedef DAIŞ be, çima berî Cerablûsê çeteyên li Tirkiyeyê nayên tinekirin?

Parlamenterê Keskan ê Kantona Bernê Haşim Sancar destnîşan kir, ku hedefa bingehîn a operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê ne DAIŞ e. Sancar got, hedef gelê Kurd e.

Parlamenterê Keskan ê Kantona Bernê Haşim Sancar destnîşan kir, ku hedefa bingehîn a operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê ne DAIŞ e. Sancar got, hedef gelê Kurd e.

Parlamenterê Kantona Bernê Sancar operasyona dagirkirina Cerablûsê û mijarên din ên di rojevê de, ji ANF'ê re nirxand.

'ERDOGAN HEWLDANA DARBEYÊ JI BO XWE BI KAR ANÎ'

Sancar bal kişand ser hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û got, "Darbe ji aliyê kê ve tê kirin bila bê kirin, divê mirov li hember rabin û şermezar bikin." Sancar bibîr xist, ku mexdûrên herî mezin ên darbeyên heta niha hatine kirin, Kurd û çepgirin û da zanîn, Serokkomarê Tirk Erdogan, ev hewldana darbeyê ji bo berjewendiyên xwe û parastiya xwe bi kar aniye.

Sancar işaret bi helwesta AKP/dewletê ya li dijî Kurdan kir û got, "Eger beşek ji civakê xwe li derve bibîne û ev hest xurt bibe, hingî wê ev nêzîkatî dikare welêt bi ber şerekî navxweyî bibe, ku kes vê naxwaze."

'DAIŞ LI GELEK DEVERÊN TIRKIYEYÊ BI CIH BÛYE'

Haşim Sancar diyar kir, nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li pêşberî komkujiya li Dîlokê heman nêzîkatiya li Pirsûsê û êrîşên din e û got, "Piştî her teqînê hin kes hatin binçavkirin û piraniya wan piştî demekê hatin berdan. Û tevî ku DAIŞ'ê li xwe negirt jî, di demeke kurt de berpirsyar îlan kirin. Ne tenê çalakiyên dixin stuyê DAIŞ'ê, divê çalakiyên dixin stuyê PKK'ê jî baş werin lêkolînkirin. Mîna bûyera kuştina du polîsan li Rihayê. Tevî pirsa 'ev êrîş ji aliyê kê ve hatin kirin?' divê mirov mijara 'ev êrîş bi kêrî kê hat' jî binirxînin. Eger bi rastî jî bixwazin dest li DAIŞ'e werdin, dikarin bi hêsanî li gelek bajarên Tirkiyeyê gelekî bigirin. Mirov bi hêsanî dibînin, bê DAIŞ çiqasî li Tirkiyeyê bi cih bûye. Tevî yên biyanî, yên welatiyên Tirk jî hene."

'HEDEFA BINGEHÎN A OPERASYONA CERABLÛSÊ KURD IN'

Parlamenterê Kantona Bernê Sancar da zanîn, Tirkiye ne ji dilxwazî, ji mecbûrî îro 'êrîşî' DAIŞ'ê dike û ev tespît ir: "Ketina nava Cerablûsê, bi roketên di dema dawî de hatine avêtin û êrîşên dawî re tê girêdan. Ev êrîşên bi roketan ên DAIŞ'ê tiştekî nû nîne. Zêdeyî saleke dewam dike û di encama van êrîşan de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Tevî vê yekê jî li derveyî sînor li hemberî DAIŞ'ê operasyonek nehat kirin. Ew bi xwe jî bi rengekî vekirî bilêv dikin; hedefa bingehîn a vê operasyonê Kurd in. Dixwazin nehêlin Kurd derbasî rojavayê Firatê bibin."

'ÇIMA LI HEMBERÎ RÊXISTINBÛYÎNÊN DAIŞ'Ê YÊN LI NAVA WELÊT, TÊNAKOŞIN?'

Sancar ragihand, Tirkiye bi ketina nava xaka welatekî din, sînor binpê kiriye û destnîşan kir, ku hedefa bingehîn a operasyonê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê nîne. Sancar got, "Li hemberî DAIŞ'ê, ku ku li nava Tirkiyeyê xwedî hêzeke mûezem e, têkoşîn nayê meşandin, lê li derveyî sînor şer tê destpêkirin. Ev 4 sal in, bi tenê merş kêm bû ku li ber lingê DAIŞ'ê nehat raxistin. Lewma gotina 'ez li dijî DAIŞ'ê têdikoşin' rast nîne. Min bi çavê xwe nedîtibe jî, li qada navneteweyî û di çapemeniyê de her tim bal hat kişandin ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê."

Haşim Sancar da xuyakirin, ku yên bi salan e naxwazin Kurd bibin xwedî gotin, îro jî dixwazin pêşî li destketiyên Kurdan bigirin û got, "Ji wan nehat ku pêşî li pêşketina li Rojava bigirin. Di polîtîkaya derve de, mîna li cihên din, li vir jî têk çûn."

JI BO AŞTIYA LI TIRKIYEYÊ GIRÎNGIYA OCALAN

Sancar deklarasyona KCK'ê ya ji bo vegera li maseya çareseriyê bibîr xist, ku beriya komkujiya li Dîlokê hat eşkerekirin û anî ziman, Ocalan ji bo aştiya li Tirkiyeyê faktorekî girîng e. Sancar got, "Ez di wê baweriyê de me ku divê her du alî gavan bavêjin û li maseya aştiyê vegerin" û diyar kir, bi qasî tê dîtin, Tirkiye naxwaze tevlî pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re bibe.

Sancar hişyarî da ku di pêvajoyeke ewçend hesas de tecrîdkirina Ocalan dikare rê li ber pirsgirêkên mezintir ên civakî veke û got, dewamkirina tecrîdê dibe ku şer sor bike. Sancar destnîşan kir, ku di vê tecrîd derhal bê rakirin, veger li maseya muzakereyê bê kirin û li şûna şer, aştî esas were girtin.

Sancar di dawiya axaftina xwe de diyar kir, divê Ewropa ji bo vegera li pêvajoya muzakereyê ya navbera Kurd û Tirkiyeyê bi berpirsyarî tevbigere û got, "Swîsre li gelek cihan di vî warî de bû aliyekî hevdîtinên aştiyê û di vê mijarê de bi tecrûbe ye. Lewma, ji bo Kurd û Tirkiye li dora maseyê rûnên, dikare roleke aktîf bilîze."