SAMER: Hilbijêrên Kurd dibêjin 'NA'

Li gorî anketa SAMER'ê, dengê 'NA' yê li Kurdistanê û desteka ji bo HDP'ê zêde bûye. Dengê AKP'ê jî li Kurdistanê kêm bûye.

Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER), encamên lêkolîna xwe ya li ser referandûma meha Nîsanê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, anket di navbera 7-12'ê Sibata 2017'an de li 16 bajarên Kurdistanê, ku Qers, Îdir, Semsûr, Çewlik, Riha, Amed û Wan jî di nav de ne hatiye kirin û bi 1112 kesan re rû bi rû hevdîtin hatiye kirin. Li gorî encamen vê anketê, rêjeya dengê 'NA' li Kurdistanê zêde ye û dengê AKP'ê jî kêm bûye.

DENGÊ 'NA' JI SEDÎ 57 E

SAMER'ê der barê lêkolînê de ev agahî parve kir:

"Ji sedî 68,3 ê gelê herêmê rast nabîne ku referandûm di nava şert û mercên Rewşa Awarte de bê kirin. Ji bo pirsa 'Eger vê Yekşemê referandûm bê kirin, hûn ê kîjan dengî bidin?', ji sedî 57,4 ê beşdaran gotin dengê 'NA', ji sedî 25 jî gotin dengê 'Erê'. Wekî din ji sedî 7,6 ê beşdaran bêbiryar in, ji sedî 4,4'an gotin ew ê neçin ser sindoqan û ji sedî 5,5 jî bersiv nedan."

Di heman demê de, ji sedî 61,2 ê beşdaran dan xuyakirin, ku guhertina heyî ya destûra bingehîn wê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser neke.

DENGÊN HDP'Ê BI DU QATAN JI YÊN AKP'Ê ZÊDE BÛ

Li gorî lêkolînê, ji sedî 39,7 ê hilbijêrên AKP'ê rast nabînin ku referandûm di nava şert û mercên Rewşa Awarte de bê kirin. Ev rêje di nava hilbijêrên CHP'ê de ji sedî 81,4, di nava hilbijêrên HDP'ê de jî ji sedî 90,4 e. Ji sedî 64 ê hilbijêrên MHP'ê jî pêkanîna referandûmê di nava Rewşa awarte de rast nabîne. 

Di dawiya lêkolînê de ji bo pirsa 'Di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de we deng da kîjan partiyê' ji sedî 41,1 gotin HDP, ji sedî 27,8 AKP, ji sedî 6,3 CHP, ji sedî 2,2 gotin HDP.

Ji bo pirsa 'Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin, hûn ê deng bidin kîjan partiyê' ji sedî 41,7 ê beşdarang otin HDP, ji sedî 24,9 gotin AKP, ji sedî 7,9 gotin CHP, ji sedî 1,9 gotin MHP.