Şahidên Pirsûsê: Hesabê vê bêwijdaniyê wê helbet rojekê were pirsîn

Şahidên komkujiya Pirsûsê û kesên ku di komkujiyê de birîndar bûbûn cezayê pereyan ên ku li Mehmet Yapilal birîn şermezar kirin û gotin: ‘’Em ê ji têkoşîna xwe ya edelatê ber nedin."

Şahidên komkujiya Pirsûsê û kesên ku di komkujiyê de birîndar bûbûn cezayê pereyan ên ku li Mehmet Yapilal birîn şermezar kirin û gotin: ‘’Em ê ji têkoşîna xwe ya edelatê ber nedin. Bila her kes bizanibe hesabê vê komkujiyê, vê bêwijdaniyê wê elbet rojekê were pirsîn.’’

Kesên ku ji Komkujiya Pirsûsê sax filitîn ku di komkujiyê de 33 şoreşger hatibûn kuştin, li dijî cezayê pereyan ê ku li Midûrê Emniyetê yê Navçeya Pirsûsê hatî birîn helwest nîşan dan. Şahidên komkujiyê diyar kirin, heta ku berpirsên komkujiyê derkevin pêş edelatê û cezayê xwe bibînin, ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Guneş Erzûrumoglû: Salên me, kenên me dizîn, niha jî bi 7500 TL’yî, li 12 mehan par ve dikin û difiroşin. Ji wan weye em ê li dijî vî tiştê ku jê re dadmendî dibêjin, bibêjin ‘erê’’ û bêdeng bibin. Ji wan weye ku em keriyek pez in. Em hatin kuştin. Li wî baxçeyî kenên me, dengê me dema ku olan dide, veguherîn qêrînan, beden amin bû kerî kerî û bêhna xwînê jê firûya. Em ê ji bîr bikin? Pêşî gotin, ‘’Me xwekujê zindî radestî adaletê kir’’, lê her parçeyeke bi ser me de ketibû. Bi mehan li kuçeyan me got bila ‘’biryara veşartinê were rakirin’’ Me got: ‘Em dadmendiyê dixwazin’’ lê adalet firotibûn. Me tim got û em ê tim bibêjin. Heta ku em nebêjin, ‘qediya’’ naqede. Xewnrojkan 33 canan wê tim bijî. Em ê vê bi destê xwe bikin.

Çagla Seven: Hîsa me ya adaletê îro careke din birîndar bû. Ji wan endamên darazê ku li ber desthilatdariyê bişkokên xwe digirtin, ti hêviya me ji darizandinê nebû. Îro jî biryareke wiha derket ku mirov nikare behsa dadmendiyê bike. Navê Mehmet Yapalial ji bo me gemariyek e û ev rû nîşanî me dane. Diyar e ku ev tarîtî di nav TC’ê de ne bi kesekî sînordar e û ne tenê bi rutbeta ev qasî kêm sînordar e. Ji hêla ku were fêhmkirin bê ka helwesta dewletê ji bo komkujiyê çiye ev biryar şanîşêdereke baş e. Ev têkoşîn li dijî yek kesî dest pê nekir. Lê em ê qerpika wî jî bernedin. Em ê li dijî van destên qirêj ku mirovên me yên ciwan parçe kirin, dest li ser jiyana me danîn têkoşîna xwe bidomînin.

Îlke Başak Baydar: Biryara veşartinê ya li ser dosyaya komkujiya Pirsûsê nehatiye rakirin. Em nizanin bê ka di wê dosyayê de lêpirsîneke çawa tê kirin. Ji hêla din ve jî polîs carekê jî neanîna rûniştinê. Ez vê cezayê nas nakim. Em ji bo Pirsûsê û ji bo komkujiyên din têkoşîna xwe ya dadmendiyê em ê bidomînin. Heta ku berpirsê rastîn hesab bidin, em ê xewnên 33 rêwiyên xewneroşkan biparêzin.

Ummuhan Ozdemîr: Rast bibêjim, dema ku min ev biryar bihîst, xwîna min cemidî. Min ji mirovbûna xwer şerm kir. Min nizanîbû ku ew qasî ji mirovbûna xwe dûr ketine û ev qasî bêvicdan in. Me careke dî dît ku hiqûq nîn e. Lê hesabê vê bêvicdaniyê teqez rojekê wê were pirsîn. Ez ji vê bawer dikim.
Koray Turkay: Ji berpirsê komkujiyê ti hêviya me ya heq û hiqûq û dadmendiyê nîn e. Têkoşîna me ya dadmendiyê ji destpê ve di heman demê de bi mebesta kifşkirina AKP’ê bû, ku berpirsê komkujiyê AKP’ê bi xwe bû. AKP’ê jî helbet em rûreş nekirin. Bi cezayekî weke ‘’xelat’ê got: ‘’Komkujî min kir û ez diparêzim’’ Em ê ji niha û pê de jî komkuyan deşîfre bikin, helbet wê rojekê hesabê vê komkujiyê were pirsîn.

Mehmet Lutfu Ozdemîr: Di rewşeke wiha de ku siyaset û darazê alîgir e, rast bibêjim ez li bendê bûm ku daraz li ser heqîyê biryarekê bide. Ji bo vê jî em ji biryarê şaş neman. Ji rûniştinên din jî diyar bû ku biryar wê wiha bûya, wê midûrê emniyetê bihatana xelatkirin. Lê teqez em ê hesabê vê ji roja mehşerê re nehêlin û têkoşîna xwe ya dadmendiyê em ê bidomînin.