Şahidên Cizîrê qetlîam ji NY re vegotin: Em dixwazin bên darizandin

Ji şahidên qetlîama Cizîrê Mehmet Findik û Hevjîna wî Pinar Findik qetlîama ku dewleta Tirk li Cizîrê pêk anî, ji NY re vegotin.

Ji şahidên qetlîama Cizîrê Midûrê Pênûsa Taybet a Şaredariya Cizîrê Metîn Findik û hevjîna wî Pinar Findik, asta qetlîama Cizîrê ya ku bi talîma Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan pêk hat û bûyerên dema qetlîamê ji nûnerê Yekeya Taybet a girêdayî Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re vegot.

Piştî qetlîama Cizîrê, Metîn Findik û malbata wî ku ji ber nêzîkatiyên dewleta Tirk neçar mabûn bi sirgûnî biçin Swîsreyê. Findik ê li wargeha penabera li bajarê Lozan a Swîsreyê dimîne, ji ajansa me re qetlîama ku dewleta Tirk 20’ê Îlonê li Cizîrê pêk anîbû vegot û wiha bang li dezgehên navneteweyî kiribû: “Ez yek ji şahidên nêz ê qetlîama Cizîrê me. Dewleta Tirk hewl dide şahidên qetlîamê ji holê rake. Ez ê ti carî bêdeng nebin. Ez amade me ku bûyerên li Cizîrê ji serî heta binî bibêjim.”

 Nûnertiya Yekeya Taybet a NY ku li Cinêvê girêdayî Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY ji bo lêkolîna binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê hatiye damezirandin, bi Metîn Findik û hevjîna wî Pinar Findik re civiya.

NÛNERÊ YEKEYA TAYBET:  DÎTINA ŞAHIDAN JI BO ME GIRÎNG E

Piştî hevdîtinê Metîn Findik agahî dan ANF’ê, îfade kir ku tevahî detayên qetlîama Cizîrê ya ku dewleta Tirk kirî, ragihandiye. Findik ragihand ku nûner jê re gotiye, “Gelek daneyên têkîldarî Cizîrê di dest me de hene. Lê, dîtina şahidekî demê ji bo me gelekî girîng e” û got ji nûner re qetlîama Cizîrê ku bi sedan sivîl bi amadekariyên beriya bi mehan çawa hatine qetilkirin ji nûner re vegotiye.

‘MIN HOVÎTIYA DEWLETA TIRK A LI CIZÎRÊ VEGOT’

Findik anî ziman ku bê çawa alîkariyên mirovî yên wê li herêmê bihatana belavkirin ji hêla leşker, polîs û rayedarên qeymeqamtiyê hatine astengkirin jî gotiyê. Findik wiha axivî; “Mirovên ku dema li ber deriyên xwe rûniştibûn hatin kuştin, Cizîriya 80 salî ya ji ber nikarîbû ji bo kirîtina nan derkeve, dema li ser zibarê li nan digeriya çawa ji hêla sekvanan hate qetilkirin, mirovên birîndar çawa ji mirinê re hatine hiştin, çawa ambûlansên şaredariyê ji hêla dewletê hatine astengkirin, çawa li jêrzemînan mirov zindî bi zindî hatin şewitandin, an go bûyerên ku min dema qetlîama Cizîrê dîtine giştî, min ji nûner re ragihand.”

Findik her wiha ji nûner re hewldana reşkirin û tinekirina delîlan a dewleta Tirk jî gotiye, beşên kêmmayî jî hevjîna wî Pinar Findik temam kirine.

‘EM JI BO DARAZA QETLÎAMKERAN VEDIBÊJIN’

Findik ji nûner re ragihandiye ku di serî de NY, gelek dezgeh û hêzên navneteweyî ji qetlîama Cizîrê berpirs in, bi berdewamî ev jê re gotine; “Em ji bo ronîkirina qetlîama Cizîrê bûyeran nabêjin. Tevahî cîhan dizane ku dewleta Tirk li Cizîrê qetlîam pêk aniye, em dixwazin fermandarên vê qetlîamê bêne darizandin. Bi sedan mirov hatin qetilkirin, divê hesabên van bê pirsîn.”

Findik herî dawî got ku Nûnerê Yekeya Taybet jê re ragihandiye, raporên têkîldarî mijarê yên hatine amadekirin ji cihên pêwîst re hatine şandin û wê li ser bûyerên ku li bajarên Kurdistanê qewimîne xebatên xwe bidomînin.