Şahidê komkujiya Enqereyê Altûn îfade da

Abdulselam Altûn ê di komkujiya Enqereyê de birîndar bû, diyar kir ku êrîşkar dîtiye, piştî bang li wî şexsî kiriye bi 10 saniyeyan teqîn çêbûye û got: “Piştî min bang lê kir bi 10 deqeyan, min parçeyên mirovan li derdora xwe dîtin.”

Abdulselam Altûn ê di komkujiya Enqereyê de birîndar bû, diyar kir ku êrîşkar dîtiye, piştî bang li wî şexsî kiriye bi 10 saniyeyan teqîn çêbûye û got: “Piştî min bang lê kir bi 10 deqeyan, min parçeyên mirovan li derdora xwe dîtin.”

Abdulselam Altûn ê di komkujiya li hember Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê de birîndar bû, piştî ji nexweşxaneyê tabûrcî bû, îfade da dozger. Altûn di îfadeya xwe de diyar kir ku êrîşkar dîtiye û bang lê kiriye. Altûn her wiha diyar kir ku êrîşkar kov e, bejna wî 1.70 û 8-90 kîlo ye.

Altûn anî ziman ku bi heval, xwişk û birayên xwe re çûbû çalakiyê û wiha axivî: “Em li Parka Gençlîkê li bahçeyê çayê demekê rûniştin. Piştî me bihîst anonsên destpêkirina meşê bang dikin, nêzî saet 10.00’an em derketin rêya aliyê Garê. Di vê demê de me li cihê bûyerê tenê polîsekî trafîkê dît, jê pêv ti wezîfedarên ewlehiyê tinebûn. Ji cihê bûyerê 500 metre dûr, TOMA’yek hebû. Lê ew jî ti têkîliya xwe bi tedbîrên ewlehiyê tinebû. Li cihê bûyerê ti kontrol jî nehatin kirin.”

‘MIN XWEST KESÊ BI GUMAN BISEKINÎNIM’

Altûn wiha berdewam kir: “Em li derveyî kortejê, milê çepê dimeşiyan, yek li pêşiya min baholekî bi teker di dest de, ket nav kortejê. Ji ber ku bi destê xwe yê çepê rûyê xwe wek digirt û hinekî jî piştkov bû min jê guman kir. Min pirsî ku bê ez ê karibim li valîz binêrim an na. Min ji pişt bang lê kir. Bê ku li min binêre, lez da xwe. Gumanên min zêdetir bûn. Ez fikirîm ku dibe biçe Garê. Ez vekişiyam. Kesekî din ji min re got, “Xêr e ti zilam aciz dikî?” Ez jî li ser van axaftinan vegeriyam. Piştî deh saniyeyan min xwe li erdê dît. Li derdora min parçeyên cenazeyan hebûn. Kesên li pêşiya min û dû min tevahî miribûn. Tenê ez sax mabûm. Birayê min Cafer jî di bûyerê de lingê xwe winda kir. Hevalên bi me re hatibûn, hevalên bi navê Dîcle Delî û Abdûlkadîr Ûyan di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan.”

Altûn di îfadeya xwe de got ku kesê jê guman kiribû, li serê wî de kumekî wek takkeyeke reş û li ser pişta wî heta lingê wî dirêj cubeyek reş dîtiye.