BI DÎMEN

Ryan Lock ê YPG’yî li Londonê bi dirûşma ‘’şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin

Welatiyê Îngilîz Ryan Lock (Berxwedan Gîvara)ê ku di nav refê YPG’ê de di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî, li Londonê bi dirûşma ‘’şehîd namirin’’ hate pêşwazîkirin.

 

 

Şervanê YPG’ê Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) ê ku li nêzî Reqayê di nav refê YPG’ê de 21’ê Kanûna 2016’an di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî, li balafergeha Heathrow bi dirûşma ‘’şehîd namirin’’ ve hate pêşwazîkirin. Qerefîl li ser wesayita cenaze yê Lock hate danîn û piştre ji bo Lock ketin deqeyek rêzgirtinê.

Ryan Lock ê 20 salî Tebaxa bihurî ji Îngilîstanê çûbû Rojava û tevlî nav refê YPG’ê bûbû. Lock 31’ê Tebaxê li ser hesabê xwe yê facebookê gotibû: ‘’Ez diçime Rojava. Min derew kir ku ez ê biçime Tirkiyê. Ji ber ku min nikarîbû ji kesekî re bibêjim li min biborin. Piştî 6 mehan ez ê vegerim’’

Lock li Chîchester a li herêma West Sussex a Îngilîstanê jidayik bibû.

Ryan Lock bû 3. welatiyê Îngilîstanê yê ku çûyî Rojava û di şerê dijî DAIŞ’ê de, li nav refê YPG’ê jiyana xwe ji dest dayî. Beriya niha jî Dan Evans û Erîc Scûrfîeld jiyana xwe ji dest dabûn.