Rûyê veşartî yê sûcdar û gemarî yê dîroka şaristaniyê: Girtîgehên giravê û sîstema Îmraliyê

Rûyê rast ê şaristaniya çînî, herî zêde li zîndanên mîna xwe gemarî, sûcdar û qirêj tê dîtin. Lewma zîndan qadên rastî herî vekirî lê tê jiyîn e. Zîndan weke rewşa dojehê ya li ser rûyê erdê hatiye tesewirkirin.

30 salên dawî yên dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê bi şer, xwîn, komkujî, rondikên çavan, birçîbûn û xizaniyê derbas bû. Tevî vê yekê di têkoşîna mirovbûyînê de jî şerekî mezin hat meşandin û berdêlên giran hatin dayîn. Lewma mirovahiyê di nava 30 salên dawî de dîroka ji pênc hezar salan ji nû ve nivîsand. Aliyekî vê têkoşînê alîgirên civaka xwezayî ya li heqîqetê digerin û xwe dispêrin civaka exlaqî û polîtîk bû, aliyê din jî alîgirê civaka sûcdar, gemarî, bi dewlet, bi çîn, ji polîtîka û exlaqê xizan ve bû. 30 salên dawî ji nû ve zindîbûna hemû efsaneyên mîtolojîk bû. Ji xweliyên xwe ve ji nû ve vejîna Brahîmê ji aliyê nemrûdên xedar û zalim ve avêtin nava êgir bû. Zindîbûna efsaneya Prometheûs bû, ku ji be agir ji xwedayan dizî hat cezakirin û ji bo kezeba wî ji aliyê teyran ve bê parçekirin li tehtan hat girêdan, tevî vê yekê jî kêfxweşî û daxwaza têkoşînê dida mirovan. Her tişt di vî şerî de ji nû ve tê nivîsandin. Ji ber vê yekê tê gotin îro ya dîrokê, dîroka îro ye.

ZÎNDAN REWŞA DOJEHÊ YA LI SER RÛYÊ ERDÊ YE

Rûyê rast ê şaristaniya çînî, herî zêde li zîndanên mîna xwe gemarî, sûcdar û qirêj tê dîtin. Lewma zîndan qadên rastî herî vekirî lê tê jiyîn e. Zîndan weke rewşa dojehê ya li ser rûyê erdê hatiye tesewirkirin. Êş û ezaba mirov li dojehê bikişînin, li vê cîhanê tê kişandin. Dibe ku ji ber vê yekê ye, afirînerên girtîgehê, yekemîn afirînerên ola yek xwedayî Yahûdî ne.

Girtîgehên ku ji Yahûdiyan weke mîrate ji civata çînî re maye, ji aliyê hemû serdestan ve ji bo tepisandin û ji holê rakirina mûxalîfên xwe hatine bikaranîn. Di destpêkê de şikeft û bîr ji bo vê dihatin bikaranîn. Bi demê de avahiyên li gorî wê hatin çêkirin. Zîndan cihên çavtirsandina civakê ne. Ji ber vê yekê mirov hêviya xwe ji yên dikevin zîndanê dibirin. Lewma tê gotin, 'Xwedê kesî nabêje binê zîndanê'.

ARMANC: QUTKIRINA MIROV  JI CIVAKÊ

Serdestan di tevahiya herikîna dîrokê de yên li hemberî xwe mûxalîf dîtine xwestine bixin bin kontrola xwe. Bi vê yekê re ji aliyekî ve ji civakê re mesaja 'eger hûn bibin mûxalîf wê aqûbeta we ev be' tê dayîn û çav tê tirsandin. Li aliyê din heman tiştî tîne serê şexsiyetên dîl digirin. Dixwazin wan ji karê kiriye poşman bike û towbe bikin. Ji bo vê jî du rêyên cuda yên xizmet ji heman armancê re dike, ceribandine. Ji van ya yekemîn; mirovên dîl girtine dişîne girtîgehên giravê. Ya duyemîn jî, dixe nava girtîgehên xwedî ewlekariyeke bilind. Di her duyan de jî armanc yek e. Mirovan ji civakê qut dike, ku ya mirovan dike mirov têkiliya bi civakê re ye. Her du nêzîkatî mirina li demê belav bûye esas digire.

GIRTÎGEHÊN GIRAVÊ

Girav, ji ber ku dora wan bi avê girtî ne, di serdemên destpêkê de bi armanca ewlekariyê hatine bikaranîn. Serdestên ku ev taybetmendiya giravan kişf kirin, sûd jê wergirtin û ji bo mûxalîfan bitepisînin, ew şandine van deveran. Lê belê di sedsalên 19. û 20. de gelek dewletan polîtîkayên cuda afirandine, bi bikaranîna teknîkan re ev girav veguherandine girtîgehan. Girtîgehên giravê, ji ber ku bi taybetmendiyên xwe re mirina li demê belavbûyî ye, ji aliyê serdestan ve bi taybetî hatine hilbijartin. Her wiha gelek ji mirovên li girtîgehên giravê hatine ragirtin piraniya wan venegeriyane, yên vegeriyane jî mîna berê nikarî tevlî jiyana asayî bibin.

Di hin çavkaniyan de ji bo girtîgehên giravê wiha tê gotin: "Ji ber reva ji giravan zehmet e, di dema 1. Şerê Cîhanê de hin girav weke girtîgeh hatin bikaranîn. Girtîgehên giravê yên herî navdar ev in; Nargîn a li Derya Hazarê, Asînara ya li nêzî girava Sardûnya, Malta ya Derya Spî, Sahalîn a li Derya Ohotsk, Solevest a li Derya Qeşayê ya Bakur û Malaya ya li nêzî Çîn Hîndî." Li van girtîgehên giravê big iranî esîrên şer an jî mûxalîfên siyasî hatine ragirtin.

Kurte çîroka van girtîgehên giravê bi vî rengî ye:

GIRTÎGEHA GIRAVA NARGÎN

Nargîn giraveke ji 900 hektarî ye û li derya Hazarê ye. Girav bê av û beyar e. Bi qasî ku nîne av lê kêm e. Lewma şênkahî lê nîn. Ji ber vê yekê weke dojehê tê binavkirin. Ji xwe navekî din ê giravê Girava Dojehê ye. Çar a Rûs a Kafkas dagir kir, ev girav veguherand girtîgehê. Çar, mûxalîfên xwe yan jî esîrên şer şand vê derê. Di dema 1'ê Şerê Cîhanê de di sala 1915'an de Çar, girav veguherand kampa esîran. Çar, esîrên Şerê 1. ê Cîhanê û Kafkas, bi taybetî jî esîrên şer ên Tirk, Elman, Macar, Bûlgar û Awûstûyayî şand vê giravê. Li vir bi mirinê re rû bi rû hişt. Kêm ji van girtiyan bi saxî filitîn. Piştî şoreşa Bolşevîk, ev girav nema weke girtîgehê hat bikaranîn. Lê girav bû gora bi sedan mirovan.

GIRTÎGEHA GIRAVA ASÎNARA

Yek ji giravên din ên weke girtîgehê hat bikaranîn, girava Asînara ya li nêzî girava Sardûnya ya li başûrê Îtalya ye. Girava ji 33 kîlometreçargoşeyî, bê av e. Îtalyayê di destpêkê de ev der weke girtîgehê bi kar anî, piştre veguherand kampa esîran. Kêm ji mirovên li vê derê hatin ragirtin, bi saxî xilas bûn. Piraniya wan li vir mirin.

GIRAVA MALTA

Giraveke din a navdar a girtîgehê Girava Malta ye. Girava Malta beriya bikeve destê Îngilîzan weke cihê korsanan dihat bikaranîn. Lê belê Îngilîzan girav kirin girtîgeh. Hemû mûxalîfên wê demê şand vê derê. Bi dehna rewşenbîrên Tirk ên li polîtîkayên Îngilîzan nedihatin, sirgûnî vê derê hatn kirin. Di nava van de afirînerên esasê Tirktiyê Ziya Gokalp û Raûf Orbay jî hene. Her wiha Îngilîzên Çîn dagir kirin, ji bo berjewendiyên xwe yên li vir ewle bikin, girava Malaya ya nêzî Çîn-Hîndû kirin girtîgeh.

GIRAVA SOLEVET

Girava Solevest a li Derya Qeşayê ya Bakur jî weke giraveke girtîgehê hat bikaranîn. Yê ku ev girav kir girtîgeh Stalîn e. Stalîn di salên 1930 de ev der veguherand girtîgehê û mûxalîfên xwe şand vê derê. Di nava van de yê herî navdar Sûltanê Tatar Galiyev e. Tevî ku salên dûr û dirêj di nava refên partiya Bolşevîk de têkoşiya, ji ber nêrînên xwe yên cihê yên di mijarên pirsgirêka neteweyî û mêtîngeran de, ew li girtîgeha giravê hat ragirtin. 

GIRTÎGEHA GIRAVA ALCATRAZ

Girava Alcatraz a li navenda okyanûsa Amerîka Başûr e û cîranê Gûyana Hollanda Sûrînam e, ji sala 1700 û pê ve di bin dagirkeriya Fransayê de ye. Fransayê piştî salên navîn ên 1800'î girav weke girtîgehê bi kar anî û di navbera salên 1852-1939'an de bi qasî 80 hezar girtî şand vê derê. Ji van 60 hezar bêyî ku karibin careke din vegerin Fransayê li vê giravê mirin. Girtîgeh li ser tehtên bilind hatiye çêkirin. Ji ber ku derdora wê hemû zinar e, reva jê nepêkan e.

Piştre girav ket bin kontrola Dewletên Yekbûyî yên Amerîka. Ji bo parastina San Francîsco were xurtkirin, ewilî ji bo armancên leşkerî hat bikaranîn. Gelê xwecihî yê giravê dema li hemberî DYA serî rair, DYA lîderên îsyanê girt. DYA jî ev der veguherand girtîgeha leşkerî û di 1'ê Çileya 1934'an de ev der radestî Wezareta Edaletê kir. Heta bû girtîgeha federal, weke girtîgeha leşkerî hat bikaranîn. DYA girtiyên bi cezayên giran hatin cezakirin û mûxalîfên siyasî şand vê derê. Heta sala 1963'an Wezareta Edaletê ev der weke girtîgeha federal bi kar anî û ji vê demê û pê ve hat girtin. Ji vê girtîgehê jî di nava 134 girtiyên DYA şan de bi tenê 3 ji wan sax man û vegeriyan DYA.

GIRTÎGEHA GIRAVA SALÛT

Di nava girtîgehên giravê yek ji ya navdar Salût a li Latîn Amerîkayê ye, ku di bin mêtîngeriya Fransayê de ye. Der barê vê girtîgehê de hin fîlm hatin kişandin, ku çend ji wan xelat girtin. Yek ji van jî fîlmê Penpenîk e.

Fransayê, girtîgeha Salûtê ya ji çend giravan pêk tê, weke sê beşan amade kiriye. Ji nava van giravan a herî mezin girava Royale ye. Girtiyên li gorî wan sûcê wan sivik e, şandin vê derê. Ji girava Saînt Joseph Jî girtiyên bi cezayên giran hatin cezakirin ên têkiliya wan bi temamî bi cîhana derve re hatin birîn, dianîn. Girtî li vê derê bi tena serê axwe di hucreyên tarî de jiyan. Ji van giravan a herî biçûk, navê Girava Şeytên lê hatiye kirin. Li vir jî bi tenê girtiyên siyasî hatine bicihkirin. Girtiyên siyasî ji her alî ve hatine tecrîdkirin.

NAPOLYON BONAPARTE Û GIRTÎGEHA GIRAVÊ

Gelek mirov ji girtîgehên giravê re hatin şandin û piraniya wan li girtîgehên giravê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van jî Împaratorê Fransayê Napolyon Bonaparte ye. Napolyon, piştî ku di sala 1813'an de li Leîpzîgê têk çû, ji aliyê senatoya Fransayê ve ji ser desthilatdariyê hat daxistin û sirgûnî girava Elbe ya li herêma Toscana ya Îtalyayê hat kirin. Girava Elbe giraveke biçûk aj i 223,5 metreçargoşe ye. Girav ji bo Napolyon biçûk e û Napolyon piştî demekê jê direve û têkoşîna xwe didomîne. Lê belê bi ser nakeve û careke din tê girtin. Vê carê sirgûnî girava Saînt Hellen a di bin kontrola Îngilîstanê de tê kirin. Napolyon di keştiyê de hîn dibe ku wî dibin vê giravê û weke reaksiyona destpêkê dibêje, "Ev girav wê di nava sê mehan de min bikuje. Ez mirovekî her roj bi 20 fersexî hespê dibezînim. Ez li tehtên aliyê din ê cîhanê çi bikim? Eger hikûmeta we dixwaze min bikuje, dikare vê li vir bike."

Girava Saînt Hellen li Okyanûsa Atlasê bi qasî du hezar mîl dûrî Ewropayê ye. Lûdvîng ê biyografiya Napolyon nivîsand giravê bi vî rengî pênase dike: "Kes nikare li vir bijî. Li vê giravê ti kes nikare heta şêst saliya xwe bijî. Kêm mirov gihaştine pêncî saliya xwe." Napolyon di nava şert û mercên giravê de nikarîbû zêde îdare bikira û piştî 5 salan mir. 

GIRTÎGEHÊN GIRAVÊ RÛYÊ SÛCDAR Û GEMARÎ YÊ DÎROKA SIYASÎ YA CÎHANÊ YE

Mîna ku ji van kurte agahiyên dîrokî tê fêmkirin, karakterên xwe çi dibin bila bibin, dewlet mirovên li hemberî xwe xetere dibînin, ji gelan, civakan, ji axê dûr sirgûnî girtîgehên griavê yên rewşa dojehê ya li ser rûyê erdê ye kirine. Piraniya mirovên çûne van deveran bi saxî nefilitîne. Lewma girtîgehên giravê di dîroka siyasî ya cîhanê de rûyê sûcdar û gemarî ye.

MANDELA Û GIRAVA ROBBEN

Gelê reşik ê Afrîkaya Başûr, li hemberî rejîma apartheîd a nîjadperest a spiyan, bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) dest bi têkoşînê kir. Lîderê vê tevgerê Nelson Mandela piştî demeke kurt hat girtin û di encama darizandineke seranserî cezayê ragirtina heta bi hetayê lê hat birîn. Ew birin girava Robben a 500 kîlometre ji Afrîkaya Başûr dûr, di nava deryayê de. Lê belê ne bandora rizandinê ya giravê, ne jî zextên rejîma apartheîdê nikarîbûn bi Mandela. Vîna Mandela û têkoşîna wî ya jib o gelê xwe, rejîma nîjadperest têk bir. Rejîma Apartheîd a nikarîbû zêde xwe li ber têkoşîna gelê Afrîkaya Başûr bigire, ji hev ket, tawîz da. Lê belê van tawîzan gel têra gel nekir. Gelê Afrîkaya Başûr xwest bi azadiya Rêberê xwe re destûra bingehîn a demokratîk û wekhev bê amadekirin. Ev israr gihaşt encamê. Rejîma Apartheîd piştî 18 salan, Mandela di destpêkê de di 31'ê Gulana 1982'an de şand girtîgeha Polllsmoor, dûre li malê ragirt û di 11'ê Sibata 1990'î de serbest berda.

GIRTÎGEHA GÛZMAO Û COLLAO

Yek ji lîderên gerîla yên di girtîgeha giravê re derbas bû Abîmael Gûzmao ye. Gûzmao dema lîderê gerîla yê Rêya Ronahiyê ya Perû bû, di sala 1992'an de hat girtin. Gûzmao jî bi darizandineke pêşandanî re bi cezayê ragirtina heta bi hetayê hat cezakirin. Di destpêkê de hemû têkiliya wî bi cîhanê hat qutkirin. Ji bilî kovarên magazînê tiştek nedan wî. Li hucreyeke tarî hat ragirtin. Rojane bi tenê saetekê destûr jê re hat dayîn rojê bibîne. Û ji bo kovarên magazînê bixwîne saetekê lampeya wî dihat vêxistin. Tevî hemû êrîşan jî gelê Perû dest ji têkoşînê berneda. Hikûmeta Perû ya zordar û paşverû ya bi rêveberiya Fûjîmorî, li pêşberî têkoşîna gel îdare nekir. Fûjîmorî reviya û welat terikand. Hikûmeta nû ji bo pirsgirêkan çareser bike bi gerîlayan re hevdîtin kir. Ji bo vê jî di destpêkê de mercên jiyanê yên Gûzmao hatin guhertin. Têkiliya wî bi derve re hat dayîn û her çend ne weke girtîgeha malê jî be, li cihekî mîna wê hat ragirtin. Ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkan bû gaveke girîng.

GIRTÎGEHA GÛANTANAMO

Gûantanamo girtîgeheke li ser giraveke li kendava Kuba hatiye çêkirin û di bin kontrola Amerîka de ye. Gûantanamo yekane baregeha Amerîka ya li Kuba ye. Qedexe ye ji nava xaka Kubayê mirov bikevin nava vê bargeheê. Ev der berê weke baregeheke leşkerî dihat bikaranîn. Piştî êrîşên 11'ê Îlonê, di serî de El Qaîde di operasyonên li hemberî rêxistinên Îslamî de hatin girtin, li vê girtîgehê hatin ragirtin. Girav xwedî avhewayeke tropîka e û timî baran dibare. Lê belê girtîgeh li cihekî giravê yê ku baran lê nakeve û mîna çolê ye, hatiye çêkirin. Lê belê girîng e ev were gotin; Temaimiya girtiyên dişînin Gûantanamo endamên Qaîde yê nîne. DYA ya ji pêla 11'ê Îlonê sûd wergirt, beşeke girîng a mûxalîfên DYA şand vê derê. 

Li vê girtîgeha xwedî ewlekariya bilind, bi sedan girtî hene. Li vir teknîka gelekî pêşketî tê bikaranîn. Girtîgeh ji hucreyan pêk tê. Li her hucreyê kesek tê ragirtin. Li hucreyan ji bilî doşek û tiwaletê tiştek nîne. Hevdîtina parêzer û malbatê gelekî kêm in. Li vê derê li ser gelek girtiyan tecrûbe tên kirin. Girtî 24 saetan bi kamerayê tên şopandin. Li vê derê hewl tê dayîn her tişt, dem jî di nav de bi girtiyan re bidin ji bîr kirin.

LI TIRKIYEYÊ GIRTÎGEHÊN GIRAVÊ

Li Tirkiyeyê jî, ji Osmaniyan û vir ve, şandina girtiyan ji girtîgehên giravê re weke rêbazeke gelekî tê bikaranîn e. Girtî li van giravan terkî mirinê hatine kirin. Lê belê ev polîtîkayeke gelekî bi rêk û pêk û plankirî nîne. Tirkiyeyê piştî salên 1950 giranî da vê taktîkê. Piştî vê yekê, sê girtîgehên giravê li Tirkiyeyê derketin pêş. Ev jî Îmrali, Yassi Ada û Sînop e.

GIRTÎGEHA GIRAVA YASSI

Girtîgeha girava Yassi li derya Marmarayê giraveke biçûk e. Piştî darbeya 1960'î ev girav veguherî girtîgehê. Serokwezîrê wê demê Adnan Menderes, wezîrên demê Hasan Polatkan û Fatîn Ruştu Zorlû li vir hatin ragirtin. Li giravê dadgeh hat avakirin, Menderes û hevalên wî li vir hatin darizandin. Tevî ku Serokwezîr bû têkiliya Menderes û hevalên wî bi cîhana derve re hat qutkirin û di nava tecrîdê de hat ragirtin. Di pirtûka Enver Dûrmûş a bi navê Ji Girava Yassi heta Îmraliyê de hat gotin, "Di 14'ê Cotmeha 1960'î de Menderes ê li girava  Yassi derket rûniştina destpêkê wiha digot: 'Ev 5 meh in hatime tecrîdkirin. Li odeyeke bi tenê û di bin kontrol û çavdêriya nobedarên serê her saetê tên guhertin de têm ragirtin. Bêyî ku gotinekê bilêv bikim, dijîm. Axaftina min qels bû...'"

GIRTÎGEHA SÎNOPÊ

Girtîgeha Sînopê jî xwedî rewşeke bi heman rengî ye. Zîndakeke li aliyê din ê Tirkiyeyê li binê sûrên kelehekê de hatiye veşartin. Nizmî asta deryayê ye. Pêlên deryayê yên Derya Reş timî lê dide. Cihekî bi rûtûbet e. Yên nêma vê derê carekê pê ket, careke din nikare bê ser xwe. Bi dehan rewşenbîrên li vê girtîgehê hatin ragirtin, ev rewş di nivîs û helbestên xwe de vegotin. Girtîgeha ji 120 salî, di sala 1997'an de cihê sirgûnkirina rewşenbîr û nivîskarên ji civakê dihatin tecrîdkirin bû.

Li vê girtîgehê ji navdarên dîroka siyaset û wêjeya Tirk Refîk Halît Karay, Sabahattîn Alî, Ahmet Bedevî Kûran, Huseyîn Hîlmî, Bûrhan Felek, Refîî Cevat, Osman Cemal Kaygili, Kerîm Korca, Celal Zuhtu Bennecî, Osman Denîz, Zekeriya Sertel û bi dehan kesên din, hatin ragirtin. Ev girtîgeh niha weke muzeyê tê bikaranîn.

Eger li ser girtîgehên giravê û yên li derdora deryayê lêkolînên berfireh werin kirin, wê rûyê sûcdar û gemarî yê veşartî yê dîroka şaristaniyê derkeve holê.