Rûsyayê bersiv da DYA: Wê bomberdûman bidomin

Rûsyayê da xuyakirin ku wê desteka xwe ya bomberdûmanê ya ku li dijî komên çete yên li Helebe dide yekîneyên rejîma Sûriyeyê wê bidomîne.

Piştî dorpêça ku 22’yê Îlonê li Helebê pêk hat û şûn de gelek nuqte ketin destê hêzên rejîmê. Li ser bangên DYA û welatên rojavayî yên bidawîkirina operasyonê ji Rûsyayê rest hat.

Ji berdevkên Kremlînê Dîmîtrî Peskov destnîşan kir ku êrîşên li Helebê ‘operasyonên antî-terorîst in’, got; “Moskow, wê desteka operasyona hewayî ya ji bo hêzên artêşa Sûriyeyê bidomîne.” Peskov li ser rexneyên rêveberiya Amerîka ya li dijî operasyonê jî Washîngton bi gotina ‘ne avakar e’ sûcdar kir.

Daxuyaniya Rûsyayê piştî hişyariyên Wezîrê Karên Derve ya DYA John Kerry hat. Kerry dabû xuyakirin ku eger bomberdûmanên li Helebê neyên rawestandin wê hevkariya xwe ya bi Rûsyayê ya ji bo Sûriyeyê saz kiribûn xira bikin.

Berdevkê Kremlînê Peskov jî got ku girêdayî vê hevkariyê ne ku bi DYA re çêkirine û têkoşîna li dijî komên terorîst ên Sûriyeyê di nav xwe de dihewîne.