Rûsya mûafiyeta vîzeyan a Tirkiyeyê sekinand

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku pêkanîna mûafiyeta vîzeyan a bi Tirkiyeyê re sekinandine. Lavrov wiha got: “Her diçe pirsên têkildarî nêta rast a Enqereyê li cem Rûsyayê zêdetir dibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku pêkanîna mûafiyeta vîzeyan a bi Tirkiyeyê re sekinandine. Lavrov wiha got: “Her diçe pirsên têkildarî nêta rast a Enqereyê li cem Rûsyayê zêdetir dibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Mûallîm civînek çapemeniyê li dar xist.

Lavrov anî ziman ku her diçê têkildarî nêta rast a Enqereyê di serên wan de pirs zêdetir dibin, wiha axivî: “Her diçe pirsên têkildarî nêta rast a Enqereyê li cem Rûsyayê zêdetir dibe. Bi rastî jî nêta Tirkiyeyê ya tinekirina terorîzmê heye, em ji vê ne bawer in. Em amade ne ku berjewendiyên welatên bi terorê re têdikoşin li ber çavan bigirin û koalîsyonekê ava bikin. Biryarên têkildarî vê jî ji partnerên me re mane.”

Lavrov got: “Me biryar da ku em pêkanîna mûafiyeta vizeyê ya bi Tirkiyeyê re bisekinînin.”

HEVDÎTINA BI MÛALLÎM RE

Lavrov destnîşan kir ku bi Mûallîm re hevdîtinek berfireh pêk anîne, wiha berdewam kir: “Em rewşa hundir û derdora Sûriyeyê peyivîn. Piştî Bihara Ereban pêşketinên di Rojhilata Navîn de me girt dest. Moskova û Şam der barê pêşeroja Sûriyeyê de bê ku ji derve ti mudaxele çêbibin, dixwazin Sûriyeyî gavan bavêjin. Ji bo têkbirina terorê divê cîranên Sûriyeyê durûtiyê nekin. Pêwîst e cîranên Sûriyeyê dest ji durûtiyê berdin û li dijî terorîstan di heman refan de cih bigirin.”

'DIVÊ KOMÊN TERORÎST LI DERVE BÊN HIŞTIN’

Der barê rolên aktorên derve jî Lavrov, “alîkariya avakirina diyaloga di nav hikûmeta Sûriyeyê û muxalefetê” nîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê jî destpêkê divê bê ka kî kî ye, ango pêwîst e lîsteyeke ku komên terorîst ên wê li derve bên hiştin bê rêzkirin divê bê amadekirin.