BI DÎMEN

Rojnemavanên Kurd li Amedê li hev civiyan

Li Amedê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd civînek hate lidarxistin, peyama em dev ji ragihandina rastiyan bernadin.

Însiyatîfa Rojnamgerên Azad (ÎRA) bi munaseteya salvegera 119'emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî li navçeya Sûrê ya Amedê li Cafeya Duçemê piştî ku rapora binpêkirinên li dijî çapemeniyê eşkerekir bi beşdariya rojnamgeran civînek hate lidarxistin. 

OLÇEN: ÇAPEMENIYA AZAD GEL BI XWE YE

Edîtorê rojnameya Rojeva Medya Ramazan Olçen ê di civînê de axivî dîroka çapemeniya kurd vegot û wiha axivî: "Di rêyeke wekî destanê mezin dibe de em hemû dimeşin. Ev rêwîtî di xeta Gurbetellî, Nûjiyan, Mazlûm, Evîn, Rohat û gelek hevalan de pêş de diçe. Çapemeniya kurd ligel hemû pêkûtî û zehmetiyan jî her tim cihê xwe tijî dike. Çapemeniya Azad gel bixwe ye. wê dengê xwe bihistîne."

'JINHA JI BER DENGÊ JINAN RAGIHAND HAT GIRTIN'

Edîtora JINHA’yê ya bi BHQ’ê ve hate girtin Bêrîtan Elyakût jî destnîşan kir ku li herêmê yên ku rojnamegeriyê dikin di bin pêkûtiyeke mezin de ne her diçe rastî êrîşên giran tên, bi taybetî jî saziyên çapemeniya kurd a ku dengê gelê kurd û jinan radigihîne tên girtin. Elyakût bi bîr xist ku Jinha ji bo têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariya zilam ragihandiye hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Ligel girtinan jî em nesekinin û li malên xwe rûneniştin. Piştre me bi Gazete Şûjinê ve berdewam kir. Em ê xeyala Şîlan, Gurbetellî, Denîz û Nûjiyanan a rojnamegeriya azad pêk bînin."

GOK: EM ROJNAMEGERÊN HEQÎQET HILGIRTIYE NE

Edîtorê dîhaberê Abdurrahman Gok jî diyar kir ku li cihê ku rojnameger hene pêkûtî û zehmetî heye û wiha axivî: "Zehmetî çiqas zêde be jî dîsa yên ku vê yekê radigihînin rojnamegerên kurd in. Ger ku rojnamgerekî barê heqîqetê hilgirtiye hebe berpirsyariya wan jî zêdetir dibe. Çiqas zilm û zordarî zêde be çapemeniya kurd jî ewqas mazin dibe. Piştî rojnamegerên kurd ên ku tên qetilkirin bi dehan xebatkar şûna wan dadigidin. Denîz Firatê pêkanînê ADIŞ'ê, Nûjiyanê dengê gelê Şengalê ragihand. divê em layiqî wan bin. Em ê di riya Rohatan de bimeşin."

DAŞ: EM HEWL DIDIN BIBIN DENGÊ BINDESTAN

Nûnerê rojnameya Evrenselê yê Amedê Cumhur Daş jî diyar kir ku pîşeya rojnamgeriyê zehmet e lê li herêmê zehmetir e. Daş diyar kir ku ji dîroka heta roja îroyîn di 119 salan de bi sedan saziyên çapemeniyê hatine girtin û niha jî bi dehan rojnameger girtî ne. Daş ê çapemeniya îktidarê rexne kir got ku dengê muxalîf û bindestan ranagihînin û wiha axivî: "Em hewl didin ku di vî civakê de li dijî hêza çapemeniyê ya mezin rastiyan ragihînin."

'SANSUR Û ASTENKIRIN ME BÊZAR NAKE'

Nûçegihanê 1 Haber Var Fûat Yaşar jî roja rojnamegeran pîroz kir û diyar kir gelek rojnamgerên kurd îsal jî ev roj di girtîgehê de pîroz dikin. Yaşar bal kişand li ser zehmetiyên ku rojnamegerên kurd li qadê dijîn û rojnamegerên hewl didin dengê bindest û muxalîfan ragihînin bi zanebûn tên hedefgirtin. Yaşar wiha axivî: "Denîz Firat li dijî rêxistina herî hov a cihanê ya DAIŞ'ê ti caran dev i rojnamegeriyê berneda. Em jî li dijî sansur û astengkirinan dev ji rojnamgeriyê bernadin."