Li gorî nûçeya Radyo Ferdayê, çalakvana mafên zarokan û girtiya siyasî Servênaz Ehmedî, li dijî destûrnedana bijîşkî û redkirina daxwaza wê ya azadiya bi şert, dest ji bikaranîna dermanên xwe berdaye.
Girtiya siyasî Servênaz Ehmedî ji berpirsên girtîgehê re gotiye ku eger rewşa wê ya tenduristiyê xerab bibe û ew ji xwe biçe, mafê wan tune ye ku dermanên wê bidin wê.
Girtiya siyasî Servênaz Ehmedî ku 16 meh in ji ber beşdarbûna li serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye girtin, tevî raporên bijîşkî yên ku dibêjin rewşa wê ne guncan e ji bo mayîna di girtîgehê de, lê dîsan jî rê li ber destûra bijîşkî û azadkirina wê ya bi şert tê girtin.