Feb 24, 2017

Rojnamevan Kiliç hat binçavkirin

Rojnamevan Aylîna Kiliç a ku ji Londonê hat Stenbolê, kirin bin çavan.

Tuesday, January 10, 2017 11:20 PM
STENBOL - ANF

Rojnamevan Aylîna Kiliç a ku ji paytexta Îngilîstanê Londonê hat Stenbolê, li balafirgehê hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Kiliç bi hinceta parvekirinên li ser tevna civakî hatiye binçavkirin.

Tê ragihandin ku polîsên Tirk dixwazin li emniyetê lêgerîna tazî pêk bînin. Tê gotin ku wê sibehê saet 09.00’an Kiliç li edliyeya Kartalê be.