ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û got, "Em gel û tevger, di dema herî awarte ya dîroka xwe ya têkoşînê de ne." Kalkan bang kir: "Ji heft heta heftê salî rabin têkoşînê."
- Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul got, CPT û saziyên din piştgirî dane êşkenceya li Îmraliyê.
- Çavdêrê Siyasî Adil Osman bal kişand ser nerazîbûn û helwesta gel a li dijî her cûre neheqî û êrîşên dagirkeriyê û got: “Desthilata heyî û muxalefet bi reng û rêbazên cuda pêşî li gel digirin ku li ber êrîşan helwestê nîşan nede.”