ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Rojnamevan Kûrtay Serhat dîmenê qada şer kişand ku di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şerekî giran lê diqewime. Serhat li ser wan giran qala hewldanên dagirkeriyê yên leşkerên Tirk kir.

- Mûstafa Karasû diyar kir ku çavkaniya îdîaya 'Wê li Îmraliyê hevdîtin bê kirin' MÎT û AKP ye û got, "Li dijî vê desthilatdariyê tenê têkoşîn divê. Rêber Apo jî bi sekn û helwesta xwe bi vî rengî nêzî desthilatdariyê dibe."

- Endamê Fermandariya Herêma Firatê ya QSD'ê Dr. Huseyîn Koçer işaret bi piştgiriya gelê Ereb kir û got, "Hêza me ji gelên herêmê ye. Ji bilî vê, hêzeke din nîne ku em pişta xwe dispêrê."

- Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran bal kişand ser 'nobetên edaletê' yên xizmên girtiyan û destnîşan kir ku raya giştî û saziyên civakî yên sivîl divê piştgiriya van çalakiyan bikin.

- Delege û aktîvîstên kongreya HDP'ê gotin, li gel zext û êrîşan jî wê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên desthilatdariyê dewam bikin.

- Aktîvîstên Tamîl bûyerên bi serê gelê Tamîlê hatin bi bîr xistin û gotin, "Eger gerîla tune bibe, wê berxwedan jî biqede û pêvajoyeke metirsîdar destpê bike." Aktîvîstên Tamîl bi vî rengî ji bo gerîlayên Kurd banga xwedîderketinê kirin.

- Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê ku îsal cara şeşan tê lidarxistin, Xelata Belgesela Herî Baş radestî Belgesela Hêza hate kirin.