ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, dewleta Tirk hewl dide zemînê ji êrişeke nû ya dagirkeriyê re amade bike ku hîn li qada navneteweyî piştgirî wernegirtiye.

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin, ku di salvegera şehadeta Bêrîtan de ew bi ruhê wê ber bi serketinê ve dimeşin.

Li gorî aliyên siyasî vê hilbijartina pêşwext a Iraqê ne tenê pirsgirêkên Iraqê çareser nekir, her wiha dibe ku pirsgirêkên welat kûrtir bike.

Li Kanadayê di guhertina desteya hikumetê de jinan cihê xwe li refên herî pêş girtin. Melanie Joly bû Wezîra Karên Derve û Anita Anand jî bû Wezîra Parastinê.

Nêzî 200 welatî ji bo pêşîgirtina li encamên herî nebaş ên krîza avhewayê soz dan ku emîsyona gaza serayê kêm bikin. Lê belê li gorî raporeke Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî di navbera sozên hatine dayin û yên ku zanyar pêwîstiyê pê dibînin de hîn jî valahiyeke gelekî mezin heye.