Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Şanoya ku bi navê du gerîlayên jin hate avakirin, çar sal in gelek karî dike. Teatra Sarya Baran piştî karê atolyeyê yê ji 6 mehan, Koma Şano ya Zarokan jî perwerde dike.

- 'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan ve deh sal in bi biryardarî dewam dike, bi komeke nû tê meşandin. Çalakgeran ji bo xwedîderketina li 'berxwedana dîrokî ya gerîla' bang kirin.

- Festîvala Çandê ya Dersimê wê di 3-4'ê Hezîranê de li Frankfurtê bê lidarxistin.

- Hunermnedê NÇM'ê Îsmaîl Dogan bal kişand ser zext û zordariya li hunermendên Kurd û got, girankirina zextê di dema Cejna Zimanê Kurdî de tesaduf nîne.

- Keleha Sirûçikê ya li nêzî navçeya Berzencê, ku yek ji kelehên bi heybet ên Kurdan e, hîn jî li ser piyan e.

- Edaleta Arjantînê di kuştina zêdeyî 400 mirovên xwecihî de ya beriya sed salî, berpirsyariya dewletê bi rengekî fermî qebûl kir.

- Li gorî lêkolîneke rêxistinên civakî yên sivîl, ji ber şer û felaketên xwezayî, sala 2021'ê nêzî 60 milyon kes li nava welatê xwe koçber bûn.

- Hin welat di nava germeke zêde de ye. Lê li Brezîlyayê pêla sermayê ya ne asayî li ser bi hezaran mirovên bêmal û berhemên çandiniyê bûye metirsiyeke mezin.