ROJEVA 2'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Li 6 taxên Sûrê 6 sal in derketina derve "qedexe" ye. Li Sûrê ku qedexeya derketina derve ya herî demdirêj a cîhanê lê ye, di nava pênc salan de gelek tişt qewimîn. Beriya her tiştî taybetmendiya dîrokî û civakî ya Sûrê hate têkbirin. -DOSYA

- Endamê Komîsyona Zimanê Kurd a Baroya Amedê parêzer Mehmet Arak destnîşan kir ku Kurdistan û zimanê Kurdî ji azadiyê wêdetir maf û rastiyeke.

- Aktîvîstê siyasî Dimitrios Roussopolus got, ji bo li cihê ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye lêkolîn bê kirin divê delegasyoneke navneteweyî bê avakirin.

- Serokê sendîkaya SES'ê Şaxê Amedê Remzî Ozer diyar kir ku li nexweşxaneya li Colemêrgê tenê 3 doktorên zarokan hene.

- Rojnameya Newaya Jin hejmara meha Kanûnê bi manşeta "têkoşîn li ber derî ye" weşand.