Rojava mohra xwe li Konferansa Aştiyê ya li Swêdê da

Rojava ya ku sîstema pirrengî û wekhev tê sazkirin mohra xwe li Konferansa Aştiyê ya li bajarê Orebro ya Swêdê da.

Berdevkê Polîtîkayên Derve yê Rojava Hasina Osse û Serokê Konseya Neteweyî ya Suryanî Bessam Îshak li ser navê Rojava tevlî konferansê bûn, got sîstema Rojava îlhamê dide gelên bindest, ji ber ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe, tevahî nasname û bawerî bi awayekî wekhev li gel yek dijîn. Bang li hikûmeta Swêdê û civaka navneteweyî kirin ku sîstema adil a li Rojava û statuya wê binasin.

AXAFTINA DESTPÊKÊ WALIYA OREBRO MARÎA LARSSON KIR

Konferans a ku bi desteka Şaredariya Orebro û Weqfa Adolf Lîndgren ve Kulubên Rotary ya Orebro li Salona Konferansê li dar xistin, danê sibehê saet 08.30’an bi axaftina Walîiya Orebro Marîa Larsson dest pê kir.

Larsson got, “Aştî, navxweyî dest pê dike.”

Di konferansê de ku rojnamevan Lasse Asgard moderatortiya wê kir, ji Kongoyê Serhekîm Denîs Mûkwege, ji şefên berê yê Neteweyên Yekbûyî Anders Kompass, Komîserê berê yê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg, Seroka berê ya Delegasyona Mafên Mirovan a Swêdê Elîsabeth Abiri, Sten Rylander ê demên dirêj li welatên Afrîkayê sefîrtî kiriye û salên 2004-2005’an wek navbeynkarê bêalî yê Yekîtiya Ewropayê li Sûdanê kar kiriye û Sekretera Giştî ya Rêxistina Ji Jinê Lena Ag wek qiseker tevlî bûn.

KOBANÊ YA BERIYA Û PIŞTÎ ŞER

Piştî filmê ‘Kobanê ya beriya û piştî şer’ hat temaşekirin, ji bo axaftinê Hasîna Osse û Bessam Îshak dawetî kursiyê hatin kirin.

OSSE: LI SER ROJAVA DORPÊÇ HEYE

Osse got ji ber Tirkiye û welatên din ambargo li ser Rojava danîne, derman û xurek nagihêjên, tevî vê jî gelên Rojava berxwedana xwe didomîne, ji ber Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava wekhev, adil û pirrengî ne, îlhamê dide tevahî gelên bindest ên cîhanê.

SOZÊN HATIN DAYÎN NEHATIN GIRTIN

Osse di berdewama axaftina xwe de ev ragihandin; “Dema me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li Kobanê berxwedanek bi biryar çêbû, gelek welat û dezgehan ji bo jinûve avakirina bajêr soza alîkariyê dan me. Lê, tevî ewqas dem di ser rizgarkirina Kobanê re bihurî jî soz nehatin girtin. Ji ber me li Rojava sîstemeke demokratîk ava kiriye, welatên mîna Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Kendavê destekê didin komên mîna DAÎŞ, El Nûsra û ev jî êrîşî me dikin.”

LI ROJHILATA NAVÎN PIRSGIRÊK Û HEDEFÊN HEVPAR ÊN JINAN HENE

Osse got wek jin pêşengiya Şoreşa Rojava kirine û di avakirina sîstemê de jî rola motor lîstîne û wiha pê de çû; “Li Rojhilata Navîn pirsgirêk û hedefên hevpar ên jinan hene. Hem jinên Kurd hem jî Ereb dixwazin dawî li sîstema baviksalarî bînin. Ev jî ji bo yekparebûna me bingehekî saz dike.”

ÎSHAK: EM ALÎGIRÊN SÛRIYEYEK DEMOKRATÎK Û FEDERAL IN

Bessam Îshak di piraniya axaftina xwe de li ser girîngiya pirrengiya sîstema li Rojava rawestiya û bal kişand ku zimanê Suryaniyan piştî 3 hezar salan cara yekem li Rojava wek zimanê fermî hatiye nasîn.

Îshak got alîgirê Sûriyeyek demokratîk û federatîf in, îfade kir ku pêwîst e sîstema adil û wekhev a li Rojava ji bo tevahî Sûriyeyê wek model bê nirxandin.

NE XELAT Û NAV, AŞTIYÊ DIXWAZIM

Dr. Dennis Mukwege ragihand ku ji ber dermankirina bi deh hezaran jinên ku li Kongoyê hatine tecawizkirin nexweşxaneyek vekiriye, gelek xelat û nav standine û da xuyakirin ku ji ber destavêtinên li dijî jin û zarokan didomin wê ti xelatan qebûl neke.

Mûkwege got ne xelat û nav, ew aştiyê dixwaze û wiha pê de çû; “Her kesên li vir guhertinê dixwazin. Hin amûrên hûn dikirin ji Kongoyê tên. Eger hûn dixwazin tundiya cinsî rawestînin, xwedî helwest bin. Şîrketên ku van metalan difiroşin dizanin ji kû tên. Wisa hûn ê bikaribin cudahiyekê ava bikin.”

KOMPASS: YÊN PÊWÎST E TEVDÎRAN BIGIRE GUHDARÎ ME NAKIN

Ji şefên berê yê Neteweyên Yekbûyî Anders Kompass diyar kir ku sala bihurî ji ber destavêtina leşkerên Fransî ya li Komara Afrîkaya Navîn pêk hatî ji hikûmeta Fransî re ragihandiye bi zext û êrîşan re hevrû bûye û ji wezîfeyê hatiye kirin.

Kompass got, “wek parêzvanên mafên mirovan beşek mezin a roja me bi nivîsîna raporên binpêkirinên mafên mirovan dibihure. Lê, yên pêwîst e tevdîran bigirin guhdarî me nakin.”

HAMMARBERG: ÎHTÎMAL HEYE KU ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ LI HERÊMÊ BERBELAV BIBE

Thomas Hammaberg  ê ku piştî sekreteriya giştî ya Rêxistina Efûyê kir, salên 2006-2012’an wek Komîserê Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê xebitî, têkîldarî bandora şerê li Sûriyeyê û herêmê axivî.

Hammarberg got ji ber berjewendiyên cuda yên Rûsya, DYA û welatên din ên li herêmê, ji berk u Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî rolek çalak nalîze îhtîmal heye ku şerê li Sûriyeyê dewam dike li tevahî herêmê berbelav bibe.

OSSE Û ÎSHAK LI QESRÊ BI WALÎ MARÎA LARSSON RE CIVIYAN

Ciwanên tevlî konferansê bibûn û medyayê bi eleqeyek mezin heyeta Rojava şopandin. Waliya Orebro Marîa Larsson, Osse û Îshak dawetî qesrê kir û zêdetirî saetekê hevdîtinek pêk hat.

...