'Rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye'

Ahmet Tûlgar, Yildiz Îrmek, Ziya Halîs, Yûsûf Çetîn, Yildiz Onen, Tûran Saritemûr destnîşan kirin ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd rakirina tecrîdê ye.

Bi sed hezaran mirov, ji bo rakirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe amade dikin ji Amedê bimeşin Gemlîkê. Ahmet Tûlgar, Yildiz Îrmek, Ziya Halîs, Yûsûf Çetîn, Yildiz Onen, Tûran Saritemûr ên ji ANF'ê re axivîn destnîşan kirin ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd rakirina tecrîdê ye.

Rojnamevan Ahmet Tûlgar diyar kir ku tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din nîşan dide ku dewlet alîgirê şer e. Tûlgar anî ziman ku asta heyî ya tecrîdê dide xuyakirin tecrîd di çarçoveya plansaziyekê de tê meşandin û anî ziman ku şertê destpêkê yê dewam kirin pêvajoya çareseriyê, tavilê rakirina tecrîda li ser Ocalan e.

Tûlgar da xuyakirin ku li naverastê erkeke siyasî ya li gorî hilbijartinê tevdigere û nêzîkatiyeke îrrasyonel nîşan dide heye, lewma nêzîkatiya rasyonel li tevgera Kurd dixwaze û anî ziman ku ji bo qada siyasetê ji tevgera Kurd re were vekirin, divê hinekî din şens ji HDP'ê re were naskirin. Tûlgar bibîr xist ku bi gotina 'Dirûşmeya em ê te nekin serok tehrîk e' Yalçin Akdogan li sedema vê konsepta xwe ya şer mukur hatiye û got, "Tevî van hemû provokasyonên li holê, girîng e Kurd neyên provokasyonan û hêviya xwe ya dawî ya ji bo aştiyê biparêzin."

'DIVÊ HER KES LI DIJÎ VÊ FERASETA QIRÊJ RAWESTE'

Lîstikvanê sînemayê Yûsûf Çetîn da xuyakirin ku ne hêsan e bê fêmkirin ku li Tirkiyeyê encameke çawa ji çi derkeve û da zanîn ku her daxwazeke mafdar hatiye pûçkirin. Çetîn got, "Eger tê xwestin ku li welatekî aştî pêk were û ev aştî vediguhere şer, hingî di vir de pêwîste zilma li mirovan tê kirin were dîtin." Çetîn destnîşan kir ku jiyana li vî welatî êdî mirovan dişikîne, ditirsîne û diêşîne. Çetîn da xuyakirin ku wan nedîtine tişta heta roja îro hatiye kirin li şûna xwe hatiye rûniştandin û ragihand ku sedema vê yekê jî xemsariya civakê ye. Çetîn diyar kir ku ew hêvîdar e meşa ji Amedê heta Gemlîkê bigihêje armanca xwe û got, "Lê belê li vî welatî mirov nema dikare bêje, wê bi zelalî encameke wiha derkeve." Lîstikvan Çetîn da xuyakirin ku di van rojên şer dîsa vegeriyaye de girîng e her kes lîstika qirêj a li ser tê lîstin bibîne, ji ber vê jî xwe li hev bigire û got, "Gav bi gav em dikevin bin serdestiya faşîzmê. Di vir de berpirsyariya me hemûyan heye, em neçar in bi berpirsyarî tevbigerin. Her kesên ji xwe re dibêje ez demokrat im, şoreşger im, welatparêz im, sosyalîst im li hemberî vî feraseta qirêj derkevin."

'TECRÎDA LI SER OCALAN POLÎTÎKAYA HIKÛMETÊ YA DÎLGIRTINÊ YE'

Hiqûqnas Yildiz Îrmek jî da xuyakirin ku tecrîda li ser sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê çareseriyê Ocalan, polîtîkayeke hikûmetê ya dîlgirtinê ye. Îrmek bibîr xist ku Ocalan ê 4 meh in nikare bi heyetê re hevdîtinê bike, ji sala 2011'an û vir ve jî bi awayekî bê hiqûqî nikare parêzerên xwe bibîne û destnîşan kir ku ev astengî parçeyek ji bêsamîmiyeta di pêvajoya çareseriyê de ye. Îrmek da xuyakirin ku hikûmeta nikare têkçûna xwe ya di hilbijartinê de qebûl bike û bi awayekî sergirtî destekê dide DAIŞ'ê, niha jî di bin navê operasyona li hemberî DAIŞ'ê de Kurd û mûxalîfên Tirk hedef digire û destnîşan kir ku hikûmet bi dehfdana welêt ber bi şer ve dixwaze ser vê desteka xwe ya sergirtî bigire.

Îrmek got, "Serokkomar ê li qesrê rûdinê, ji bo ser sûcên xwe yên edlî û siyasî bigire û neyê darizandin, welêt ber bi şer ve dibe" û anî ziman ku niha li Tirkiyeyê bi destê Erdogan-Davûtoglû mercên pratîkî yên darbeyekê hatine afirandin, hemû maf û azadî, hukmên destûra bingehînî, pîvana ji hev cudahiya hêzan hatine betalkirin û dîktatoriya yek mirovî serdest e. Îrmek li dijî vê darbeya Erdogan û Davûtoglû bang li hemû partiyên mûxalîf kir, ku bikevin nava tevgerê.

'QULIPANDINA MASEYÊ JI BERÊ VE HATIBÛ PLANKIRIN'

Wezîrê berê yê Ewlekariya Xebatê yê SHP'yî Ziya Halîs anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan yek ji pêkanînên Serokkomar Erdogan ên qanûnan binpê dike û tine dihesibîne ye. Halîs da xuyakirin ku divê li dijî vê pêkanîna li hemberî hiqûqê her kes nerazîbûnê nîşan bide û diyar kir ku ji ber vê yekê meşa ji Amedê heta Gemlîkê mafek e. Halîs bibîr xist ku Ocalan ne tenê hukumxwarekî siyasî ye, ji aliyê gelê Kurd ve weke Rêberê gel tê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê tecrîd tavilê were rakirin. Halîs da xuyakirin ku qulipandina maseya çareseriyê planeke Tayyîp Erdogan û ekîba wî ye ku ji berê ve hatiye amadekirin û ragihand ku nuqteya heyî nêzîkatiya Erdogan a li pirsgirêkê radixe pêş çavan. 

'ŞÎDET BI XWE RE ŞÎDETÊ TÎNE'

Rewşenbîrê Kurd Tûran Saritemûr gotina 'şîdet bi xwe re şîdetê' ya salên 77-78'an gelekî dihat bikaranîn bibîr xist û anî ziman ku şîdet ne tenê bi çekê ye, bi astengkirina mafên demokratîk jî derdikeve holê. Saritemûr bibîr xist ku şîdet û şer rêya bê asêmayî ye û diyar kir ku ev rewş bi kêrî kesî nayê. Saritemûr da xuyairin ku her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, divê ji bo dawîanîna li vê şîdetê bikeve nava tevgerê û got, "Naxwe em ê hemû winda bikin."

'ŞERTÊ DESTPÊKÊ YÊ LIHEVKIRINÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE'

Berdevkê Kuresel Bak Yildiz Onen da zanîn ku AKP û Erdogan hewl didin pirsgirêka Kurd bêyî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd çareser bike û destnîşan kir ku ev xapandin wê bi ser nekeve. Onen da xuyakirin ku 6 mîlyon dengên ji HDP'ê re hatin dayîn, nîşaneya divêtiya hevdîtin û lihevkirina bi nûnerên tevgera Kurd e û destnîşan kir ku yên vê rast nexwîne, wê ji ser dika siyasetê biçin.

Onen got, "Ji bo aştiyê divê tavilê tecrîd bê rakirin, Ocalan ji nû ve bi kesan re hevdîtinê bike û maseya aştiyê bê rûniştandin. Bi awayekî zelal li holê ye; heta ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re lihevkirin, peymanek neyê morkirin, aştî wê neyê. Şertê destpêkê yê vê lihevkirinê jî rakirina tecrîda li ser Ocalan e."

...