Rêxistina Efûyê: Hikûmeta Tirk li Zergelê sîvîl qetil kirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştrast kir ku kesên li Zergelê hatine qetilkirin sîvîl in.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, piştrast kir ku kesên li Zergelê hatine qetilkirin sîvîl in.

Heyeta Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, piştî lêkolînên xwe yên li gundê Zergelê yê dewleta Tirk komkujiya sîvîlan pêk anî tespîtên xwe aşkera kir.

Di delîla Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya piştî lêkolîna li gundê Zergelê de hat diyarkirin hikûmeta Tirkiyeyê di encama êrîşên hewayî yên zêde li hember gundê Zergelê de 8 niştecihên gund jiyana xwe ji dest dane, di nav wan de ku zarokek jî heye herî kêm 8 niştecihên gund jî birîndar bûne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku kesên li gund dijîn ne PKK’yî, sîvîl in û bang li  hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji bo êrîşên hewayî lêpirsîneke serbixwe, bê alî û bi bandor bike û daneyên vê lêpirsînê bi raya giştî re parve bike.

'SÎVÎL HATIN KUŞTIN, SEQETKIRIN Û JI CIHÊ XWE HATIN DERXISTIN'

Şêwirmenda Krîzê yê bi Qidem a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Lama Fakîh a herêm ziyaret kir wiha axivî:

"Êrîşên dawî yên li hember Qendîlê li herêmeke ku ti hedefeke leşkerî nayê dîtin niştecihên vê herêmê kuştin, seqet kirin, ew ji cihê wan kirin û xaniyên wan xera kirin.”  Fakîh bal kişand ku tiştên li Zergelê rû dane hem di aliyê însanî û hem jî di aliyê hiqûqa mafê mirovan de derveyî qanûnê ye.

'PÊWÎST E RAYEDARÊN TIRK HESAB BIDIN'

Fakîh, ev xisûs diyar kir: "Li hawirdora êrîşên hewayî lê pêk hatine, tinebûna hedefeke leşkerî ya diyar; di navbera Tirkiye û PKK’ê de di aliyê hiqûqî de pevçûneke çekdarî hebe yan jî tinebe nîşan dide ku ev êrîş derveyî qanûnê ne. Hikûmeta Tirk jiyana niştecihên li herêmê aşkera ji nedîtî ve hatiye. Ji bo zerara niştecihên gund daxe asta herî jêr ti tedbîr nehatine girtin. Di navbera sîvîl û şervanên PKK’ê de ti cudahî nehatiye kirin. Pêwîst e ev êrîş bên lêpirsînkirin, ji bo rayedarên Tirk hesabê van êrîşan bidin rê bên vekirin û ev şaşî bê telafîkirin."

Rêxistina Efûyê ragihand ku şahidên bûyerê gotine, qurbanan cilên sîvîl li xwe kiribûn û li cihê bûyerê ti kesên bi çek nedîtine.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku di encama êrîşên hewayî de 10 xanî bandor bûne, hin ji wan xaniyan ji aliyê şervanên pêşmergeyan û malbatên wan dihatin bikaranîn û yên din jî yên niştecihên gund in ên di nav erdan de dixebitin.