'Rewşa Awarte ji bilî mezinkirina kaosê bi kêrî tiştekî nayê'

Endama Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Bûldan diyar kir, dirêjkirina dema Rewşa Awarte ji bilî mezinkirina kaosê bi kêrî tiştekî nayê û got, "Xuya ye rojên hê tarî li pêşiya Tirkiyeyê ne."

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku rêveçûna Tirkiyeyê qet nebaş e. Bûldan nerazîbûn nîşanî pêşniyara MGK'ê ya ji bo direjkirina dema Rewşa Awarte da û got, ji xwe Tirkiye bi salan e bi Rewşa Awarte tê birêvebirin. Bûldan destnîşan kir, ku mekanîzmaya darbeyê ne bi ragihandina Rewşa Awarte, bi gavên ji bo aştî, demokrasî û azadiyê dikare bê pûçkirin.

Bûldan da zanîn, hikûmet di darbeyên siyasî yên di bin sîwana Rewşa Awarte de dike, ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe pêk tîne û anî ziman, dirêjkirina dema Rewşa Awarte wê binpêkirinên mafên mirovan û mexdûriyetan zêde bike. Pervîn Bûldan got, "Xuya ye rojên gelekî tarî li pêşiya Tirkiyeyê ne."

'DIVÊ MUZAKERE DEST PÊ BIKE'

Bûldan da xuyakirin, ku rojeva herî girîng a li Tirkiyeyê divê avakirina aştiyê be û destnîşan kir, beriya her tiştî divê pirsgriêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Bûldan ragihand, eger Tirkiye di vî warî de gavê bavêje wê kaos ji holê rabe û ji hemû hêzên demokrasiyê, alîgirên aştiyê, jin û ciwanan xwest, giraniyê bidin ser vê mijarê. 

Bûldan destnîşan kir, ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ti guhertin li Tirkiyeyê nabe û got, "Divê her kesên aştî û demokrasiyê dixwazin tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd bikin. Girîng e pêvajoya aştiyê ya bi Birêz Ocalan re destpê kir û hatiye sekinandin, ji nû ve destpê bike. Ev pêvajo jî ne weke diyaloga berê, divê bi rengê muzakereya rasteqîn bê meşandin. Ji bo vê jî lazim e mekanîzma bên avakirin û di çarçoveya hiqûqê de heyeteke sêyemîn biçe Îmraliyê, mutabaqata li Qesra Dolmabahçeyê hat xwendin, ji nû ve bê vekirin. Hewce ye parlament jî tevlî vê pêvajoyê bibe. Eger ev were kirin, wê çareserî jî pêk were. Birêz Ocalan di vê mijarê de amade ye. Pêwîste ev firsend bê bikaranîn."

PÊVAJOYA KOLOMBIYAYÊ DIKARE BIBE MÎNAK

Pervîn Bûldan herî dawî bal kişand ser peymana aştiyê ya li Kolombiyayê di navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmetê de hat îmzekirin û got, li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke bi heman rengî dikare were destpêkirin.