Rêveberê AKP'ê bi eroîna bihayê xwe 1,5 mîlyon e hat girtin

Serokê Baskê AKP'ê yê Ciwanan ê navçeya Giyadîn a Agiriyê Mehmet Akîf Yardimci, bi eroîna ku bihayê xwe 1.5 mîlyon lîre ye, hat girtin.

Serokê Baskê AKP'ê yê Ciwanan ê navçeya Giyadîn a Agiriyê Mehmet Akîf Yardimci û polîs Ç.A. ku parêzvanê wî ye, eroîna bi bihayê 1.5 mîlyon lîreyî li Sakaryayê hatin girtin.

M. Akîf Yardimci herî dawî di 6'ê Çileya 2017'an de bi îmzeya "Serokê AKP'ê yê Baskê Ciwanan ê Giyadînê" di medya civakî de parvekirin dikir. Her wiha wêne û agahiyên li ser 'Civîna Meclîsa Şêwirmendiyê ya Berfireh a Meha Kanûnê' ya AKP'ê ku di 31'ê Kanûna 2016'an de hat lidarxistin parve kiribû. Yardimci nîşan dida ku ew jî di vê civînê de amade bû.