Rengê Şoreşê yê li Rojava bi zimanê Îtalî hat çapkirin

Pirtûka Rengê Şoreşê yê li Rojava, ku li Tirkiyeyê bi biryara dadgehê hat qedexekirin, bi zimanê Îtalî hat çapkirin.

Pirtûka rojnamevan Arzû Demîr a bi navê Rengê Şoreşê yê li Rojava, ku li Tirkiyeyê bi biryara dadgehê hat qedexekirin, ji aliyê Red Star Press ve bi zimanê Îtalî hat çapkirin.

Nûçegihana ETHA û ANF'ê Demîr, hevpeyvîn, wêne û çavdêriyên xwe yên 2 mehan ên li kantonên Efrîn û Cizîrê bi pirtûkekê berhev kir. Lê belê ev pirtûk jia liyê 3. Dadgeha Sûlhê ya Stenbolê ve bi îdîaya "propaganda rêxistinê dike" hat qedexekirin.

Rengê Şoreşê yê li Rojava ya ji Weşanxaneyên Ceylan derket, berî bê qedexekirin di hesabên medya civakî ya li ser navê jenderme û polîsên tîmên taybet ve hatibûn vekirin, hedef hatibû nîşandan.

Red Star Press a li Îtalyayê pirtûkên siyasî çap dike, pirtûk bi zimanê Îtalî tercûme kir.