RedHack dorê li AKP’ê teng dike

RedHackê hesabê e-posta yê Wezîrê Tirk Albayrak bi dest xist û dengê xwe li hikûmetê kir.

RedHackê hesabê maîlê yê Wezîrê Enerjiyê û zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan Berat Albayrak hack kir.

Di daxuyaniya RedHackê de hate agahî hate parvekirin ku bi sed hezaran maîl di hesabê Albayrak de hene û wiha hate gotin; “Heta 26’ê Îlonê roja Duşemê Di serî de #AlpAltinors û  #AsliErdogan, tevahî mûxalîfên çepgir neyên berdan, em ê maîla 20 GB biweşînin!”

ALÎGIRÊN WÎ METNÊN AXAFTINÊ DINIVÎSIN

RedHackê maîlek Albayrak di tevna civakî de parve kir. Li gor vê jî Nivîskara Sabahê Hîlal Kaplan ji Erdogan re metnên axaftinê dinivîse. Di maîlê de ku 10’ê Cotmeha 2015’an hatiye avakirin, wiha tê gotin; “Min ji zimanê camêr nivîsî, eger kêr bê, qasî ku tê xwestin dikare bê bikaranîn.”

JI BO CÛMA ÎÇTEN DIBÊJIN ‘ZILAMÊ XIRAB’

Dîsa di diyalogeg mabeyna Wezîr Bayraktar û Halîl Danişmaz de navê Cûma Îçten ê AKP’î derbas dibe. Di nivîsan de tê ragihandin ku Îçten ‘zilamekî gelekî xirab e’, ‘bi pereyan dîploma girtiye’, ‘ji bo anketan pere dane’.