Rapor: Ji sindoqên wezîfedarên HDP'yî lê nebûn, % 90 dengê 'Erê' derket

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser fen û fûtên di referandûmê de hatin kirin, raporek ji 67 rûpelan amade kir. Navendê, kurtasiya vê raporê weşand.

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser fen û fûtên di referandûmê de hatin kirin, raporek ji 67 rûpelan amade kir. Navendê, kurtasiya vê raporê weşand.

Di raporê de hate ragihandin, ku hîleya herî mezin li pêş çavan hate kirin û hat gotin, "Biryara 'zerf û pisûlayên bê mohr jî wê derbas bibin' ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind, li dijî qanûnê ye. Desteya Hilbijartinê ya Bilind, bi vê helwesta xwe re em Destûra Bingehîn hem jî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Bi vê biryarê re rewatiya demokratîk a referandûmê ji holê rabûye, meşrûiyeta hiqûqî ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind nema ye û bûye saziyeke ku bawerî pê nabe."

Di raporê de bal hat kişandin ser dek û dolabên beriya roja referandûmê hatin gerandin û ji roja qebûlkirina pêşniyara guhertina destûra bingehîn li Meclîsê heta roja pêkhatina referandûmê, bîlançoya 85 rojan hate eşkerekirin.

Li gorî vê yekê; 2462 kesên ji bo dengê 'NA' dixebitîn, ku 2165 ji van HDP'yî û ji pêkhateyên HDP'ê ne hatin binçavkirin û 453 kes (429 jê HDP'yî û ji pêkhateyên HDP'ê) hatin girtin. 29 kes hatin birîndarkirin, kesekî jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li 151 kesî êrîşa fîzîkî hate kirin.

Di raporê de hat ragihand, referandûm di nava şert û mercên newekhev de hatiye kirin, hikumetê pêvajoyek bêyî HDP'ê plan kiriye û di vî warî de ev mînak hatin dayîn:

6.500 HDP'YÎ HATIN BINÇAVKIRIN

"Di nava şert û mercên Rewşa Awarte de Hevserokên me, 13 parlamenterên me û bi hezaran rêveber û endamên me hatin binçavkirin û girtin. Herî kêm 6.500 endamên partiya me ya jî endamên pêkhateyên partiya me hatin binçavkirin û ji van hevalên me herî kêm 1.600 kes hatine girtin.

Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an dema jinûve destpêkirina şer û vir ve, di operasyonên dijî partiya me de herî kêm 11 hezar hevalên me hatin binçavkirin, hevserok û parlamenterên partiya me jî di nav de zêdeyî 3 hezar HDP'yî hatine girtin.

'JI ALIYÊ RÊXISTINÎ VE XWESTIN BITEVIZÎNE'

Bi operasyonên siyasî re hewl dan ji aliyê rêxistinî ve HDP'ê bitevizînin. Di vê çarçoveyê de ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 38 Hevserokên HDP'ê yên Bajaran, 97 Hevserokên HDP'ê yên Navçeyan hatin girtin. Niha 28 Hevserokên me yên Bajaran, 84 Hevserokên me yên Navçeyan û Hevserokekî me yê bajarokê girtî ne. 83 Hevşaredar hatine girtin û li van 84 şaredariyan qeyûm hatine bicihkirin."

Di raporê de hat destnîşankirin, hemû çavkaniyên cemaweriyê, ji bo kampanya 'erê' hatine bikaranîn û li gel vê yekê zext û zora dewletê, astengî û êrîşa medyayê bi rengekî yekalî li dijî alîgirên dengê 'NA' her dewam kiriye.

Di raporê de hat ragihandin, li Kurdistanê astengiyên gelekî giran li pêşiya kampanya 'NA' hatiye danîn, mîtîng hatine betalkirin, li qadên bejahî gef li mirovan hatine xwarin, bi rêya TOKÎ gef li mirovên xaniyên wan hatine şewitandin û xerakirin hatiye xwarin, gef li keyayan hatiye xwarin, strana HDP'ê ya hilbijartinê bi fermana wezîr hatiye qedexekirin, wêneyên hevserokên wan, belavokên wan hatine qedexekirin û gelek welatiyên tevlî mîtîngên wan bûne hatine binçavkirin.

ZEXTA LI DENGDÊR Û WEZÎFEDARAN

Di dewama raporê de li ser zext û zordariya li dengdêr û wezîfedarên HDP'yî hatin kirin agahî hat dayîn:

"Li gelek bajaran, navê namzetên me yên ji bo serokatiya sindoqê hatin jêbirin û serokên me yên li ser sindoqê hatine guhertin. Li bajarên Kurdan, herî kêm 140 serokên me yên desteya sindoqê ji wezîfeyê hatine girtin.

Li gelek cihan, muşahîtên me bi lêdanê ji ser sindoqan hatine dûrxistin. Zext li dengdêran hatiye kirin ku bi rengekî vekirî deng bidin.

Li gelek bajarên Kurdan, bi zora çekan a leşker, jenderme û cerdevanan, dengdêr neçar man deng bidin."

Hat ragihandin, li 420 sindoqên HDP'yî li ser nebûn ên li bajarên Semsûr, Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Dersîm, Elezîz, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Riha, Sêrt, Şirnex û Wanê dengekî bi tenê yê NA derneketiye.

Her wiha hat gotin, li 1.118 sindoqên van bajaran, bi rêjeya ji sedî 90'î dengê 'erê' derketiye.

Di beşa 'encamê' de jî hat destnîşankirin, ku referandûma hate kirin wê weke referandûmeke bi guman ji aliyê nîvê civakê ve bê bîranîn.