'Rabûna li ber darbeyê nayê wateya xwegirtina li AKP'ê'

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ji bo civîna lîderan a îro li Qesrê bê lidarxistin got, "Helwesta hevpar a her sê partiyan di amadekirin û erêkirina qanûna statuya taybet a leşkeran de nîşan dan, xuya ye wê di dema pêş de jî bidome."

Li hemberî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, hemû partiyên li Meclîsê helwesteke hevpar nîşan dan. Lê belê Serokkomar Erdogan, HDP venexwend civîna bilind a îro ya lîderan. Erdogan, ji bo spasiya wan bike Serokê Giştî yê AKP'ê Bînalî Yildirim, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî vexwend Qesra xwe.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ev civîna bêyî HDP'ê nirxand û bibîr xist ku pêşniyara civîneke bilind a lîderan ji aliyê Hevserokê wan Demîrtaş ve hatibû kirin. Bîlgen got, "Ev yek pêk anîn, lê li derveyî me pêk anîn. Ev yek bi awayekî vekirî, cihêkarî ye. Kes nikare dersa demokrasiyê bide me."

DEMA ME GOT 'LEŞKERAN GULE LI GEL REŞANDIN' HINGÎ BI SER PARLAMENTERÊ ME VE MEŞIYAN

Bîlgen bibîr xist, ku parlamenterekî wan ê beriya du mehan li Meclîsê axivî û bi dayîna mînaka Roboskî re got, leşkeran gule li gel reşandin, hingî bi ser parlamenterê wan ve meşiyane û got, "Yên ku ev kirin, niha radibin di bernameyên televîzyonan de, li meydanan 'qehremantiya demokrasiyê' dikin. Eger siyaset wê hesab ji darbeyan bipirse, kevneşopiya darbeyê ji holê rake û bi rastî jî vîneke di vî warî de nîşan bide, wê çaxê divê ti kes li derve neyê hiştin. Em dixwazin siyaset bi berpirsyariyê rabe. Lê dervehiştina me, wê ji me bêhtir zerarê bide wan. Li gorî me, encax bi vîna siyasî darbe dikare ji holê bê rakirin. Lê xuya ye, ji bo pêvajoya piştî darbeyê hesabên cuda yên siyasî tên kirin."

Der barê tevlîbûna Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya li civînê de got, "Ev tercîha wan e. Lê belê, dema partiyên li hundirê parlamentê hev parastin, mûxalefetê piştî da hev hingî wê baweriya bi siyasetê zêdetir bibe."

Ayhan Bîlgen danûstandinên li ser qanûna parastina leşkeran a li Meclîsê bibîr xist û got, "Helwesta hevpar a her sê partiyan di amadekirin û erêkirina qanûna statuya taybet a leşkeran de nîşan dan, xuya ye wê di dema pêş de jî bidome."

Bîlgen wiha dewam kir: "Rabûna li ber darbeyê nayê wateya xwegirtina li AKP'ê. Ji bo demokrasî, parlament û çareseriya siyasî tê wateya nîşandana vînê. Bêguman tercîha her kesî ye. Her partiyeke siyasî wê li nava xwe nîqaşê bike û pozîsyona xwe diyar bike."