QSD: Maşîneyeke çeteyan bi temamî hate rûxandin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir, êrîşên wan ên bi ser çeteyan de didomin.

Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuniyeke nivîskî der barê operasyonên xwe ên bi ser komên çete de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê ev agahî hatin dayin:

‘’Şervanên me 30’ê Hezîranê saet derdora 23.00'an de li başûrê Şedadê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xistin. Operasyon li dijî çeteyên ku li nêzî gundê Ebû Fas amedekariya êrîşê dikirin hat meşandin û di encamê de maşîneke çeteyan bi temamî hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehat zelalkirin.’’