Qirkirina Ermeniyan wê di salvegera 102. de bi çalakiyan bê şermezarkirin

Platforma Bîranînê ya 24'ê nîsanê, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, ew ê bi wesîleya salvegera 102. a Qirkirina Ermeniyan çalakiyên protestoyî lidar bixin.

Platforma Bîranînê ya 24'ê Nîsanê, bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermeniyan a 24'ê Nîsana 1915'an, li Taksîm Hîll Otelê civîneke çapemeniyê lidar xist. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li civînê axivî û got, ji bo Komara Tirkiye karibe xwe biguherîne, lazim e qirkirin bê naskirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku wê bi wesîleya 24'ê Nîsanê çalakiyên protestoyî lidar bixin û bernameya van çalakiyan hate eşkerekirin:

*Saet di 12:00 de wê li Meydana Sûltanahmet çalakiya bîranînê were lidarxistin.

*Saet li 15:00 de wê Sevag Balikçi ku li leşkeriyê hate kuştin, li ser gora xwe ya li Şîşlî bê bîranîn.

*Saet di 19:15'an de wê li Meydana Tunel merasîma bîranînê were lidarxistin.