BI DÎMEN

Qeyûmê li Dêrikê niha jî çav berdeya pereyên gel

Yekemîn xebata qeyûmê ku şaredariya Dêrikê dagir kiriye bû nelirêtî. Qeyûm hewl dide 4 trîlyon û nîvê şaredariyê bi lîstoka ‘deynan’ derbasî hesabê xwe bike. Serokê berê yê Meclîsa Şaredariyê Aktaş got; “Qeyûm dixwaze ked, heqê gel bidize.”

Qeyûmê dest danî ser Şaredariya Dêrikê destpêkê saziyên jinan û çanda Kurd girt û hewl da nelirêtiyê bike. Qeyûm ê ku hewl da 4 trîlyon û nîvê di hesabê şaredariyê de derbasî hesabê xwe bike, dixwaze bi rêkên derveyî qaydê şaredariyê bixe nav deynan. Serokê berê yê Meclîsa Şaredariyê Mahmût Aktaş ku bi hatina qeyûm ji wezîfeyê hat kirin, ragihand ku gel nerazî ye, qeyûmê ku muxatab nayê girtin hewl dide şaredariyê rûtûpût bike.

‘GEL LI DIJÎ QEYÛM BI HÊRS E’

Aktaş diyar kir ku gelê Dêrikê li dijî qeyûmê ku bi darbeyê îradeyê gelê Kurd desteser kir, bi hers e û wiha axivî; “Gelê Dêrikê vê mîna dagirkerî û xespek bêrûmet dibîne. Gelê me bi ti şiklî qeyûman qebûl nake û wiha dewam bike wê hêrsa heyî biteqe.”

‘GEL ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN MUXATAB DIGIRE’

Aktaş got Şaredariya Bajarê Mezin li gundên Dêrikê xebatên xizmetê dimeşîne, îfade kir ku ti kes qeyûm muxatab nagire û nas nake. Aktaş bi lêv kir ku li navenda navçeya Dêrikê jî buroya Şaredariya Bajarê Mezin wek tekane muxatab tê nirxandin û wiha dewam kir; “Buroya Şaredariya Bajarê Mezin tekane muxatabê me ye, qasî ji dest me tê em hewl didin pirsgirêkên navenda navçeya Dêrikê çareser bikin. Gelê me ne qeyûm dinase ne jî muxatab digire. Li Dêrikê ti kes qeyûm nahesibîne.”

QEYÛM LI PEY DIZIYÊ YE

Aktaş ragihand ku tevî hemû lêkolînên mifetîşan jî ti nelirêtî û deynê Şaredariya Dêrikê derneketiye, lê piştî dagirkeriya qeyûm bûne şahid ku qeyûm hewl daye şaredariyê deyndar nîşan bide. Aktaş destnîşan kir ku beriya dagirkeriya qeyûm, di hesabê şaredariyê e 4 trîlyon û nîv pere hebûn û wiha pê de çû; “Lê, em dibihîzin ku dixwazin vî pereyî desteser bikin. Ez dibêjim ku qeyûm dixwaze bi rêkên derveyî qaydê şaredariyê deyndar nîşan bide û vî pereyî derbasî hesabê xwe bike.”

‘EM Ê ÎRADEYA XWE JÎ KEDA XWE JÎ RADESTÎ VÎ DIZÎ NEKIN’

Aktaş bal kişand ku qeyûm cave xwe berdaye xwêdana eniya gel, maf û keda gel ku ev jî hewldana diziyek derveyî exlaq e û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Van îrade dizîn, çavên wan têr nebû, niha jî dixwazin pereyên gel bidizin, lê em ê nehêlin. Em ê îradeya xwe jî keda xwe jî radestî vî dizî nekin.”