Qetlîma li Elmanyayê gelek pirs li pey xwe hiştin

Nayê zelalkirin ku bê ka êrîşa çekdarî ya li bajarê Munîh ê Elmanyayê li dijî navenda kirîn û firotinê pêk hat û 9 kes hatin qetilkirin û her wiha êrîşkar întîxar kir, ‘êrîşek terorî’ ye an ne.

Hate ragihandin navê êrîşkarê ku duh êvarî li navenda kirîn û firotinê ya bi navê Munîh OEZ destpêkê berê xwe da mişteriyan, piştre jî êrîşî kesên li navenda kirîn û firotinê kir, Alî Davîd Sonboly ê 18 salî ye. Midûrê Emniyetê yê Munîhê Hûbertûs Andrae jî destnîşan kir ku êrîşkar zêdetirî 2 sal in li Munîhê dijî û du hemwelatîbûnê wî hene.

Êrîşkarê 18 salî yê bi eslê xwe Îranî ye, tê gotin ku xwestiye xwe wek nîjadperest Anders Behrîng Breîvîk ê 22’yê Tîrmeha 2011’an li Norveçê bi dehan ciwan qetil kirine bike, hin şahid jî dibêjin êrîşkar tekbîr qîr kirine. Li mala êrîşkar pirtûkên têkîldarî çek, qetlîamên li dibistanan û hwd. hene, tê zelalkirin ku pirsgirêkên wî yên derûnî hene.

Polîsê Munîhê bal kişand ku ji 9 kesên ku Sonboly qetil kirine, 8 ji wan ciwanên 14-20 salî ne, derket holê ku qatil beriya bûyerê li ser hesabekî sexte yê Facebookê ciwan dawetî restoranta navborî kiriye.

Nehatiye zelalkirin ku bê çima ciwanê bi eslê xwe Îranî serî li qetlîamek wisa daye, şahidên cuda û dîmen jî hene. Di vîdeoyekê de tê bihîstin ku Sonboly dibêje ‘ez jî Elmanek im’. Her wiha tê gotin ku alîkariya dahatûyê ya herî kêm a civakî Hartz IV digire.

Hin şahidên din jî îdîa kirin ku beriya Davîd Sonboly guleyan bibarîne tekbîr qîr kiriye. Polîsan gotin wê têkîldarî bûyerê lêkolînên xwe bidomînin.

Dîsa, hate hînbûn ku ji 9 kesên hatine qetilkirin, 3 jê hemwelatiyên Tirkan in. Polîsan jî dan xuyakirin ku heta ji tevahî malbatan re neyê ragihandin wê nav neyên eşkerekirin.

Di civîna ewlehiyê de ku piştî qetlîamê hate lidarxistin, Serokwezîr Angela Merkel parast ku bi hewldanên polîsan kuştina gelek kesan hatiye astengkirin.

Tê gotin ku di çentê qatil de ku tê ragihandin xwe kuştiye, 300 guleyên din hene, bi saya destwerdanê jî pêşî li qetlîamek mezintir hatiye girtin.

Li Munîhê jiyan asayî bûye, tevdîrên bi hezaran polîsî li kolanan pêk tê jî didome.