‘Qedexeya parêzeran, bêhiqûqiyek bêhempa ye'

Parêzera Ocalan Ebru Gunay diyar kir ku 18 sal in bi awayekî derhiqûqî li ser Ocalan tecrîd heye, got qedexeya dîtina parêzeran a 5 salan jî merheleyek nû ya polîtîkaya tecrîdê ya AKP’ê ye.

Tecrîda şidandî ya ku ji hêla AKP/Qesrê li Girava Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bi polîtîkayên şer re tê domandin.

Di merheleya dawî de ji bo tecrîda li ser Ocalan bê şikandin û agahî jê were girtin, li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê gelek çalakî û aktîvîte hatin lidarxistin. Piştî raya giştî ya cîhanê tev rabûn ser piyan, di destpêka cejnê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî. Parêzera Ocalan Ebrû Gunay diyar kir ku her çiqasî girîng jî be hevdîtin ne têrker e, bal kişand ser milên hiqûqî yên li dijî tecrîdê û ji ANF’ê re axivî.

‘GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ, KORSANÎ Û BÊHIQÛQÎ YE’

Gunay bi bîr xist ku Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di bin şertên tecrîda şidandî tê ragirtin, got sipartek û mantixê şertên tecrîda li Îmraliyê xwe dispêre komploya navneteweyî. Gunay destnîşan kir ku bi komployekê ve radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê hikayeya korsanî-bêhiqûqiyê ye, der bir ku sepanînên li girtîgeha Îmraliyê jî berdewama vê hikayeyê ye.

‘ARMANC, BERALÎKIRINA TÊKOŞÎNA OCALAN E’

Gunay got, “Bi kurt û kurmancî, hedefa failên polîtîkayên tecrîda li girtîgeha Îmraliyê û komglogeran yek e; dixwazin nasnameya polîtîk a Birêz Ocalan di bin zextê de bigirin û têkoşîna wî tasfiye bikin, eger nebû bikin hêzek yedek a wê karibin bixin xizmeta polîtîkayên hegemonyaya kapîtalîzma gerdûnî” û diyar kir ku ya duyem jî rewşek din a tasfiyeyê ye. Gunay wiha dewamî da axaftina xwe; “Birêz Ocalan destnîşan kir ku hêzên navneteweyî yên di komployê de rola wan hene, di heman demê de avakarên tecrîda li Îmraliyê ne jî, bi awayekî eşkere tîne ziman ku sîstema girava Îmraliyê sîstema NATO’yê ye. Lewre jî Ocalan ê ku tenê berxwedana li dijî polîtîkayên nîjadkuj, qirker ên hegemonyaya kapîtalîst ku serê wê DYA dikşîne têrker nabîne, her wiha avakarê sîstema xwe ye jî tim hedef e. Ocalan bi komployekê girtina xwe jî bi gotinên ‘Ji ber ez ew kesê ku li Rojhilata Navîn lîstok xira kir bûm dîl hatim girtin’ tîne ziman.”

Gunay bi lêv kir ku li dijî van hewldanên teslîmgirtin, tasfiyeyê yên dewletê her tim bi mezinkirina berxwedan û têkoşîna azadiya civakî bersivandine, destnîşan kir ku tecrîda teqez a 18 salan, hikayeyek têkoşîn û berxwedanek bênavber e.

‘TECRÎD HÊ JÎ DIDOME’

Gunay a di greva birçîbûnê de ku 50 siyasetmedarên Kurd 5’ê Îlona 2016’an dabûn destpêkirin,  cih girt, diyar kir ku yekane daxwaza wan ew bû ku ji bo fikarên têkîldarî ewlehî û tenduristiya Ocalan bê derbaskirin ji hêla malbat, parêzer an jî heyetek serbixwe li Îmraliyê bê ziyaretkirin. Gunay wiha pê de çû; “Jixwe piştî hewldana darbeyê me ti agahî jê negirt. Lewre jî serdana birayê wî girîng bû. Lê, wek em her tim tînin ziman, tecrîda li Îmraliyê mîna sîstemekê ye. Têkîliyên fîzîkî yên bi Rêzdar Ocalan re ji bo şikandin û pûçkirina vê tecrîdê ne têrker in. Jixwe li girava Îmraliyê tecrîd hê jî didome.”

‘QEDEXEYA PARÊZERAN MERHELEYEK NÛ YA POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ YE’

Gunay ragihand ku astengkirina hevdîtina parêzerên Ocalan astek nû ya polîtîkaya tecrîdê ya dewletê ye, got; “Me her tim got, em dibêjin; Îmrali sehayek polîtîk e ku bi destûra hêzên hegemonyaya kapîtalîst û li gor armancên polîtîk ên dewletê hatine sazkirin.  Qedexeya dîtina parêzeran a 5 salan jî merheleyek nû ya polîtîkaya tecrîdê ya AKP’ê ye” û destnîşan kir ku ev rewşa nû ji bo bi temamî îzolekirina Ocalan a ji cîhanê ye û astengkirina rola Ocalan a polîtîk e.

‘SERLÊDAN BI HINCETÊN TRAJÎKOMÎK TÊNE REDKIRIN’

Gunay ragihand ku serlêdanên parêzeran ên beriya hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi hincetên pêkenok dihatin redkirin, îfade kir ku piştî hewldana darbeyê jî vê carê redkirina bi biryara Hakmtiya Înfazê rastiya hiqûqê ya li gor tercîha polîtîk teşe digire raxist ber çavan. Gunay diyar kir ku ev bi xwe bihiqûqiya esas e û wiha domand; “Halê hazir atmosfer ali welêt jî yekser bi vê bêhiqûqiyê re têkîldar e. Li welatên ku gihiştina asta sazîbûna demokratîk, rêkûpêkiya demokratîk jî dibe çandek. Lê, feraseteke ku li sehaya Îmraliyê hiqûqa ku bi xwe daniye wisa binpê dike tenê li şûna îstîqrarê dikare bibe sedema bêîstîqrarbûyinê. Qedexeya parêzeran a li Îmraliyê li cîhanê bêhempa ye.”

‘DEMA MIJAR DIBE OCALAN ÇAV KOR, GUH KER DIBIN’

Gunay destnîşan kir ku dema mijar dibe Ocalan û tecrîda li Îmraliyê mixabin lê çav kor, guh ker dibin, got vê rewşa jî domahiya 18 salan li Îmraliyê dîtine. Gunay diyar kir ku Ocalan ji 9’ê Cotmeha 1998’an ku ji Şamê hate derxistin û heta 15’ê Sibata 1999’an ku radestî Tirkiyeyê hate kirin, li gelek welatên Ewropayê maye. Gunay bi bîr xist kul ê tevahî welatan hiqûqên xwe û herî girîng jî maf û azadiyên mirovan taloq kirin, pêk neanîn û got bertek û helwestên niha jî encamên praktîkî ne.  

‘EM Ê TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ BIDOMÎNIN’

Gunay herî dawî têkîldarî tecrîdê ev gotin; “Em li dijî sîstemeke ku bi awayekî bêhiqûqî hatiye sazkirin û her gava wê jî bi bêhiqûqiyan hatiye lêkirin, têkoşîna hiqûqî didin. Lewre jî pêşveçûn jî kêm çêdibe. Biryar û sepanînên nayê bîra mirov li Îmraliyê dibin çerxên hiqûqa korsan, hiqûqa dijmin.”

Gunay destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.