Qada navnetewî desteka xwe ji bo PYD’ê nîşan da

Kongreya PYD Ewropa li Brûkselê berdewam dike. Nûnerên partî û saziyên navnetewî yên tevlî kongreyê bûn piştevaniya xwe ji bo Kurdan nîşan dan û bang kirin ku li dijî Erdogan bi hevgirî têbikoşin.

Partî û sazî û dezgehên ku tevlî kongreya 8’an a PYD Ewropa ya li Brûkselê bûyin piştevaniya xwe ji bo Rojava nîşan dan û banga têkoşîna dijî DAIŞ’ê kirin. Di kongreyê de li ser navê SYRÎZA Antonîos Markopoulos diyar kir, bêyî Kurdan li Sûrî û Rojhilata Navîn çareserî ne pêkan e.

 ‘BÊYÎ KURDAN ÇARESERÎ NE PÊKAN E’

Markopoûlos wiha got: ‘’Em li dijî heman hişmendî û dijminan şer dikin. SYRÎZA û PYD xwedî heman çarenûsê ye. Di heman zemînê de bi heman armancê têdikoşin. Weke partî hûn li pêş me ne. Heqê jinan pêşketîtir in. Kotaya jinê li cem we sedî 50 li cem me jî sedî 30 ye. PYD li gel lehengiyê bi HDP’ê re dersa demokrasiyê dide Ewropayê. Berxwedana Kobanê ji mirovahiyê bû kana moral û coşê. Çareseriya kêşeya Sûriyê bê gel nabe. Ku Kurd û gel ne amade bin kêşe çareser nabin. Parvekirina dinyaya duyê wê berdewam bike. Em li ser navê partiyê ji Rojava û PYD’ê re serkeftinê dixwazin û piştevaniya xwe nîşan didin.

 ‘HÊZÊN NAVNETEWÎ DIVÊ LI DIJÎ ERDOGAN TÊBIKOŞIN’

Li ser navê Partiya Keskan a Swêdê Wotter Mott jî got, ‘’Hûn tenê li dijî DAIŞ’ê şer nakin. Di heman demê de hûn jiyaneke nû ava dikin. Ev li Rojhilata Navîn tiştekî nû ye. Têkoşîna we ne tenê ji bo Rojava û Rojhilata Navîn ji bo hemû dinyayê ye. Çavê mirovahiyê li ser we ye. Dijminê Rojava ne tenê DAIŞ e. Yek ji wan jî Siltan Erdogan e. Ew tenê êrîşê nabe ser Rojava her wiha li Bakurê Kuridstanê jî bajaran kavil dike û mirovan qetil dike. Hêzên navnetewî divê li dijî Erdogan têbikoşin. Siltan Erdogan li şûna ku li qesrê dbe divê di dadgehên navnetewî de were darizandin. Di serî de ji bo Abdullah Ocalan ji bo hemû girtiyên siyasî divê têkoşîn were dayin. Divê êdî dawî li dabeşbûnên beriya bi sed salê were rû nexşeyeke nû derkeve holê.’’

Nûnerê Pariya Çepgir a Swêdê Lars Ohly jî got divê li Sûriyê rêya 3. were şopandin û wiha dom kir, ‘’Divê li dijî DAIŞ’ê û rejîma Esad têkoşîn were dayin. Em bi Kurdan re ne û destekê didine an. Em destekê didin projeya wan a demokrasiyê. Dewleta Tirk êrîşê vê modêlê dike. Ji bo vê jî divê em bi hev re têbikoşin. Bijî Kurdistana azad, bijî Rojavaya azad!’’

 ‘DIVÊ PIŞTEVANÎ LI ROJAVA WERE KIRIN’

Li ser navê Partiya Sosyalîst a Fransiz Julîen Dray mesajek şand. Dray diyar kir, ew bi Rojava re ne, ‘’YPG, YPJ li Rojava ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe. Hemû hêzên navnetewî wê li dijî DAIŞ’ê têbikoşin, divê piştevanî ji bo Rojava hebe’’

 ‘EM HEVKARIYA TIRKIYÊ Û ELMAN ŞERMEZAR DIKIN’

Ji partiya Çepgir a Elman Karîn Bînder jîg ot, partiya wan ji mêj ve ye piştevanê Kurdan e û got îro jî ew li pişt Rojava disekinin. Bînder rexneyên tund anîn ser hikûmeta Merkel wiha anî ziman: ‘’Divê qedexeyên li ser PKK’ê ku ji mê ve didomin, werin rakirin û Abdullah Ocalan azad bibe. Em ji bo vê têdikoşin. Heya niha ji bo Rojava û Kobanê me gelek çalakî kirin. Ev çalakiyên me wê domdar bin.’’

Bînder bi berdewamî herî dawî wiha axivî: ‘’Divê Merkel desteka ku dide dewleta Tirk bidawî bike. Ne hiqûqî ye ku Tirk ketin Cerablûsê. Divê Elmanya li dij vê bisekine û tişta hewce bike.’’

 ‘PYD GARANTORÊ AŞTIYÊ YE’

Jİ Însîyatîva Aştiyê ya Sûrî Dr. Leo Gabrîel jî got, ‘’Garatorê aştiya Rojava û Sûriyê PYD ye’’ û Hevseroka TJK-E’yê Dilşand Osman jî got: ‘’ Ev şoreşa jinê azadiya gelan ji xwe re esas digire û ji bo wê têdikoşe. Ev şoreşa hişmendiyê ye.’’

Sevkan Kobanê jî ku di berxwedana Kobanê birîndar bûbû got, kesên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane, ji bo mirovahiyê têkoşiyane.

...