Polîtîkayên AKP'ê li Torîno hatin protestokirin

Li bajarê Îtalya Torîno, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, bi meşeke meşaleyî hatin protestokirin.

Li bajarê Îtalya Torîno, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, bi meşeke meşaleyî hatin protestokirin.

Meşa bi meşaleyan a ji aliyê koma El Caprîo ve hat organîzekirin, bi beşdariya Navenda Çanda Kurd, gelek dostên Kurd û rêxistinên civakî yên sivîl pêk hat. Bi sedan kesên li Meydana Stasyonê ya Torîno civiyan pankarta bi nivîsa "Kobanê ne bi tenê ye", alên PKK û YPG'ê vekirin û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "Bijî Kobanê" ber bi Meydana Salûzzo ve meşiyan.

Der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve li vê derê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her çend Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê rastî zext û astengiyan tê jî, gelek projeyên ji firsendên dîrokî pêşkêş kir û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane kete nava hewldanên mezin.

Hat ragihandin ku hikûmeta AKP'ê li hemberî van hewldanan dest ji israra xwe ya tinekirina nasnameya Kurd bernedaye, berevajî li hemberî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê êrîşeke berfireh kiriye, mîna ku li dijî destwerdana leşkerî ya li Sûriyeyê ye, dijberiyê li sîstema kantonal a li Rojava dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên bi vî rengî re tê wateya hewldana ji holê rakirina hemû destketiyên pêvajoya çareseriyê ya 2 aslan û ragihandina şer li dijî gelê Kurd. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

...