BI DÎMEN

Polîtîkaya girtina Kurdan a Elmanyayê li Den Haagê hate protestokirin

Di van demên dawî de polîtîkaya girtina nûnerên Kurd a ji hêla Elmanyayê ve li bajarê Den Haagê ya Hollanda hate şermezarkirin.

 

Di çalakiya bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan de pêk hatî gelek kes ji Den Haag, Amsterdam û Rorrerdamê beşdar bûn. Di çalakiya li ber Sefîrxaneya Elmanyayê de posterên nûnerên Kurd hatin hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran li dijî Elmanya û Tirkiyê dirûşm hatin berzkirin û êrîşên bi ser siyasetmedarên Kurd de hatin şermezarkirin. Di axaftinan de hate gotin Elmanya bi van polîtîkayên xwe piştgirî dide şerê qirêj ê dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û hate xwestin ku demildest dawî li van polîtîkayên xwe bîne.

...